Ozsoy, diyar kir ku ji xwe derbarê van mijaran de hewildanên malbatê heye û got: "Em naxwazin ku kes û sazî weke ku cenazeyek bêxwedî li erdê hebe însiyatîfê bigirin. Em vê yekê ji rast nabînin. Ji ber ku vê mijarê wekî siyasî digirin dest. Dixwazin gora Şêx Seîd bi armanca siyasî bikar bînin."
Di 28'ê Hezîrane de Şêx Seîd û 44 hevalên wî li Qada Deriyê çiyê hatin darvekirin û hêj cihê gorên wan nediyar in. Malbatê heta niha serî li gelek sazî û dezehên dewletê dan jî rayedarên dewletê tu gav neavêtin û cihê goran nîşanî malbatê nedan. Di demên dawî de derbarê mijarên ji bo sererastkirina derdor, çêkirina gor, sererastkirina derdorê yên ji bo Şêx Seîdê ku ji hêla Komara Tirkiyê ve hate darvekirin, di serî de Mustazaf Der û hin sazî dest bi kampanya îmzeyê kirine. Ev yek bû sedema berteka malbatê. Mustazaf Der ku sê meh berê ji bo li Qada Deriyê Çiyê tirb û anita Şêx Seîd bê çêkirin kampanya îmzeyê dabû destpê kirin û serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dabû. Neviyê Şêx Seîd Felat Ozsoy, diyar kir ku ew hewildanên hin kes û saziyên di vê mijarî de rast nabînin û anî ziman ku derbarê mijarê de ji hêla malbatê ve serlêdana pêwîst hatiye kirin.
Ozsoy, destnîşan kir ku kes û hin komele wekê cenazeyek li erdê maye însiyatîf digirin, rast nabîn in. Ozsoy, wiha got: "Di derbarê mijarê de ferdên malbatê serî li Şaredariya Mezin a Amedê, walîtî, Wezareta Karê Hûndir û saziyên hiqûqî dane. Em ji hemû saziyan dixwazin mijara cihê gora Şêx Seîd efendî bi armanca siyasî bikar nenin. Şêx Seîd ne bêxwedî ye." Ozsoy, da zanîn ku divê çerçoveya prensîbên bi sincî, olî û ûjdanî li mijarê bê nêrtin. Ozsoy, anî ziman ku Şêx Seîdê ku bûye malê gel û meseleyek dîrokî ye xwedîderketina kes û koman xwezayî dibînin û ev tişt gotin: "Lê di hêla hiqûqî de ji hêla ferdên malbatê ve hatiye kirin. Ayreten serlêdanek hiqûqî ne hewcê ye.
DÎHA/AMED