Piştî vê bûyerê Şêxbizinan ji bo tola Cemalî bigirin, kî hat ber wan kuştin an jî çewisandin. Piştî ku Dundar Kiliç bi efuya 1963’an ji girtîgehê derket ji ber tirsa Şêxbizinan neçarî Enqere terikand û çû Stenbolê. Piştî mirina Cemaliyê Kurd ji bo wî stran hatin gotin, heta şanogerê tirk ê navdar jiyana Cemalî bi navê “Keşanli Alî Destani” kir lîstik. Strana Cemalim Cemalim ku tê gotin strana Urgubê jî ji bo wî hatiye gotin.
Jiyana piranî Şêxbizinên ji Beyrûtê, hatine li Enqereyê di nava qereqol û girtîgehê de dewam dike. Di nava demê de Şêxbizinî li Enqereyê dibin xwedî kar, dezgeh û pîşe. Lê wan tu carê têkiliya xwe bi Altindagê re qût nekiriye.
Şêxbiziniyan li Enqereyê bandora xwe li ser jiyana civakî jî kirine. Li Enqereyê dawetên li hemberî dahol û zirneyê tên kirin û di dawetan de avêtina guleyan jî ji Şêxbizinan dest pê dike. Kalên Şêxbizinan bi awayekî zelal kurdî diaxivin, lê nivşên, 2-3 û 4’emîn nikarin kurdî biaxivin. Şêxbibizinên ku ji Beyrûtê hatine ji mezheba Henîfiyane. Şêxbiziniyên Haymanayê ku li Altındagê mezin bûne, karekterekî hişt girtine û xwedî cembaziyek xurt in.
Di salên destpêka Komarê û dema Adnan Menderes de bi xêra têkiliyên bazirganî Şêxbiziniyên Haymanayê êdî hêdî hêdî dadikevin nava navenda Enqereyê cihên wekî Ulus, Samanpazari û Haymanonu.
Şêxbiziniyên Haymanayê wekî kevneşopiyê dema xizmên wan jî dihatin cem wan heman kar didan wan jî. Di sala 1960’an de malbata Ozkoyluler li cem hala biçûk a li Ulusa Enqereyê dest bi kar kirin. Di nava demê de hêdî hêdî li vir bûn xwedî kar û dezgah. Piştre jî ketin îhaleyên Saziya Goşt û Masiyan ya Dewletê. Her di çû karê bazirganiya wan pêşdikeft û di nava bazarê de êdî ew jî hebûn.
Haymaniyan dîsa di nava demê de dest avêtin karê ajokariya texsiyan jî û niha piraniya rawestgehên texsiyan yên li Enqereyê jî di destê wan de ye. Şêxbizininiyên Haymanayê her tim yekitiya xwe xurt kirine û ji ber vê jî her tim bi çanda xwe li ser piyan mane. Belê, ew wekî xizmên xwe yên Bayburtî asîmile nebûne.
Piştî ku li Tirkiyeyê bajarvanî pêşket hêdî hêdî gundên Haymanayê yên Şêxbiziniyan jî vala bûn. Şêxbiziniyên hatin nava bajar zarokên xwe jî dan xwendin lê tu carê têkiliyên xwe yên malbatî qut nekirin. Piraniya wan niha li semtên Keçîoren, Abîdînpaşa, Cebecî, Balgat, Demetevler û hin taxên din dijîn.
AHMET FATÎH YILMAZ - ENQERE