´Komkujî dikin´
Şêx Fewaz El-Zewbee destnîşan kir ku ev kiryarên kirêt ên çeteyên DAIŞ’ê ne cara yekem e, wan gelek mizgef û malên welatiyan li deverên din jî hilweşandine, di bin navê Îslamê de komkujî pêk anîne. El-Zewbee anî ziman kir ku rola malbata Xeznewî di belavkirina ola Îslamê de gelekî girîng bû. Ji ber vê yekê êrîşa li ser bajaroka Til Meerûf êrîşa li ser ola Îslamê ye û binpêkirina mafê hemû pêkhateyên herêma Cizîrê ye. El-Zewbee wiha got: “Em derfetê nadin tu kesî ku destwerdana herêma Cizîrê bikin. Xwediyên axa Cizîrê dikarin parastina rûmeta xwe bikin û em derfetê nadin tu kesî ku di bin navê Îslamê de tevliheviyê derbixin. Qewitandina çeteyan ji herêma Cizîrê ji mafên rewa ên xwediyên axa Cizîrê ye.”
´YPG me diparêze´
Derbarê îdîayên ku di hin dezgehên çapemeniyê de li dijî hêzên YPG’ê derketine û tê îdîakirin ku YPG’ê li bajaroka Til Berekê komkujî pêk aniye de jî, El-Zewbee wiha axivî: “Tu carî exlaqê hêzên YPG’ê derfetê nade wan ku kiryarên wiha pêk bînin.” El-Zewbee diyar kir ku hêzên YPG’ê pêşniyar kir ku dema welatiyan komîteyên ewlekariyê ava kirin û karibin bersiva çeteyan bidin, wê demê ewê ewlekariya bajaroka Til Berek dewrî welatiyan bikin.
‘DAÎŞ´î ne misilman in’
Derbarê banga şer a li dijî Kurdan ku ji aliyê komên çete ve li Hesekê hatibû kirin de jî El-Zewbee destnîşan kir ku ev bang gelekî şerm e û armanca wan ewe ku jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de têk bidin. Zewbee got ku ev planên qirêj û hewldanên çeteyan tu carî bi ser nakevin. El-Zewbee axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne ku aramiya herêma Cizîrê were parastin û hemû pêkhateyên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê destê xwe bidin hev.”
ANHA/HESEKÊ