Şaxê Yekîtiya Rewşenbîran a Hesekê helbestvan Seydayê Tîrêj di salvegera wefata wî ya 17’an de bi bîr anî. Merasima bibîranînê li Navenda Çand û Huner a Xabûr a li taxa Miftî hat lidarxistin. Gelek şêniyên herêma Cizîrê beşdarî merasimê bûn.
Merasimê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê hevserokatiya Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, endamê yekîtiyê Ebûd Mexso axivî. Mexso berhem û keda Seydayê Tirêj ji bo vejandina çand û helbesta Kurdî bi bîr xist û got, “Helbestvanê nemir, di helbestên xwe de êşên gelê Kurd vedigotin.”
Paşê kurê Seydayê Tîrêj Cemal Tîrêj axivî û spasiya kesên bi vê çalakiyê rabûyî kir û pêwîstiya parastina berhemên helbestvan, nivîskar û rewşenbîran teqez kir.
Piştî wê, endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Amûdê Riyad Dirêî kurtejiyana helbestvan Seydayê Tîrêj vegot.
Piştî bidawîbûna axaftinan, sînevizyonek li ser jiyana Seydayê Tîrêj ê ku nexasim jî bi helbesta xwe ya Bilbilê Dilşadî navdar e, hate nîşandan. Helbestvan Salih Heydo, Ferhad Merdê û Anahîta li ser Seydayê Tîrêj helbest xwendin.
Ferîd Cezîrî hat xelatkirin
Di dawiyê de Yekîtiya Rewşenbîran helbestvan Ferîd Cizîrî yê ku ji ber rewşa tenduristiyê nikarî beşdarî merasimê bibe xelat kir û li şûna wî keça wî Xunav Mele Ibrahîm xelata wî wergirt.
Helbestvan Seydayê Tîrêj, bi navê xwe yê medenî Mele Nayif Hiso, di sala 1923`yan de li gundê Necmok ê ser bi kantona Qamişlo ji dayîk bûye. Seydayê Tîrêj di nav gelek herêm û bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de geriyaye û helbestên xwe gotine. Seydayê Tîrêj di 23`yê Adara 2002`yan de çû ber dilovaniya xwedê. Tîrêj bi merasimeke girseyî li gundê Ker Keftar hatibû veşartin.
ANHA / HESEKÊ