
Alîkarê Hevserokên DBP’ê Seydî Firat ê 2 roj berê li Amedê hate binçavkirin, ji ‘endametiya rêxistinê’ hate girtin û ew şandin girtîgehê. Navenda Giştî ya DBP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Endamê Koma Aştiyê ya sala 1999’an Seydî Firat, bi hincetên ne cidî hate girtin. Girtina wî polîtîkayeke bêdengkirinê ya xwedî armancên siyasî ye. Li ber wan hêzên ku dixwazin bi zext, îmha û girtinê siyasetmedarên demokratîk serî bidin tewandin, wê serî neyê tewandin.”
AMED