
Seydoyê ev sal û nîveke li Bruksel ji nexweşiya dil cazinc dikir , di 4 mehên dawî de dihate îlackirin û emeliyata dil jêre hate çêkirin. Lê tevî hemû hewldanan jî Seydo duh jiyan xwe jidest da.
Mihemed Seydo di 5’ê tebaxa1968’an de li gundê Omera ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê jidayik bûye.
Ji CDK'ê peyama sersaxiyê
Civaka Demokratîk a Kurdên Ewropayê (CDK) bi munasebeta wefata Mihemed Seydo peyama sersaxiye da û wiha got: "Têkoşîna gelê Kurd û ewladên wan yên fedekar ku bê navber didome, hevalê me yê hêja û bi rumet Muhammed Seydo di têkoşîna azadiya Kurd de cihekî girîng digire jiyana xwe ji dest da. Em ji ber vê di nava xemgîniyeke mezin de ne.
Hevalê Seydo di 1968’an de li gundê Omera ya girêdayê Efrînê hatiye dinê. Di salên xwe yên cûda de tevlî têkoşîna azadiya Kurd bûye. Bi destpêkirina xebatên rêxistinkirina rojava ya tevger û rêber Apo re heval Zekeriya eleqeyeke mezin nîşanê têkoşînê daye û di 1993’an de bi awayekî profesyonel tevlî PKK’ê bûye. Hevalê Zekeriya li gelek qadên Kurdistanê gerîlatî kiriye û çiyayê Kurdistanê gav bi gav geriyaye. Li Ermenîstan û Îranê jî faliyetê siyasî meşandiye. Di 2005’an de ji bo tedawiyê çûye Ewropayê. Di sala dawî de du emeliyetên dil yên giran derbaz kiriye. Di 18’ê nîsanê de saet di 13.00’an de li Brukselê jiyana xwe ji dest daye.
Hevalê Zekeriya ku şervanekî mezin bû, di seranserê jiyana xwe de di nava têkoşînê de sekneke bi biryar nîşan daye û di hemû xebatên xwe de berpirsyariya xwe aniye cih. Em li ser navê CDK’ê ji hemû gelê Kurd, malbatawî û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya ku dê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyankirin dubare dikin. "
BRUKSEL