Alî Borakmak dibêje ew bi nuqteyan re dipeyive. Ew behsa wan nuqteyan dike ku bi wan qaxezê dineqişîne. Wî dilê xwe bijandiye hostekarên sifirê yên berê li Amedê û dest bi vî hunerî kiriye.
DENÎZ ÎKE / ANF/AMED
Alî Borakmak hunermendekî xal û nuqteyan e. Ew her roj sibehê berê xwe dide parka Rihan ya li navçeya Maedê Baxlerê û li wir wêneyan nuqte dike. Tevahiya wexta xwe li parkê bi nuqtekirina wêneyan derbas dike û bi nuqteyên xwe dîrok, çand, nasname û wêjeya Kurdî zindî dike. Alî Borakmak ji Amedê ye û tenê dibistana seretayî qedandiye. Tevî ku pirr dixwest dibistanê bixwîne jî, ji ber hinek sedeman nekarî xwendina xwe bidomîne. Wênesaz Alî Borakmak behsa serpêhatiya xwe û hunerê xwe kir. Alî Borakmak ji zarokatiya xwe ve ji vî hunerî hez dikir û her çû, tiştên meraqa wî li ser wan wî nuqte dikirin û bi vî awayî wênesaziya wî bi pêş ketiye.
Dil bijand hostekarên sifirê
Alî Borakmak dibêje, “Gelek şêweyên çêkirina wêneyan hene. Lê perwerdeya vê teknîkê yan jî vî hunerê ez bi kar tînim, li dibistan û zanîngehan nîne. Ez teknîka nuqtekirinê bi kar tînim. Hê dema ez zarok bûm, dilê min bi vî hunerî ve bû. Ez zarok bûm, li Alî Paşa hosteyên xweserî Amedê yên neqişandina sifir, hebûn. Bi çakûç bi nuqteyên li sifirê dixistin, wêne çêdikirin. Ez bi hesret bûm ku wekî wan wêneyan çêkim. Paşê li cihê ku rûdiniştim, bi ço min hewl dida li ser axê neqşan çêkim. Paşê bi pênûsê li ser kaxezan min dest bi neqişandina wêneyan kir.”
Madîyat wê qîmeta hunerî nehêle
Borakmak anî ziman ku ev karê neqşa bi nuqteyan karekî sebrê ye û wiha pê de çû: “Tu bi milyonan nuqteyan bêyî li hev bikevin tînî cem hev. Kesê herî zêde ev huner bi min da hezkirin jî hunermendekî Fransî bû. Di sala 1992’yan de bi mêvandarî li Amedê dima. Di wê pêvajoyê de ez demekê li cem mam. Ez 12-13 salî bûm. Ji min re got, pênûsgirtina te û neqşên te cuda ne. Hinek kes bi stranên xwe, hinek kes bi nivîs û fikra xwe dixwazin tiştekî bidin mirovan. Ez jî dixwazim hestên xwe bi neqişandina wêneyan ji civakê re ragihînim. Ev nêzî 20 salan e ku ez vî karî dikim. Ez li ti derê perwerde nebûme. Çend caran Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî bang li min kir da ku ez kursekê vekim. Min qebûl nekir. Ji ber ez wer difikirim, heger madiyat bikeve nav huner, efsûn wê xera bibe û ti qîmetê huner dê nemîne.”
Min di gerdûnê de nuqte dîtin
Ji bo Alî Borakmak hunerê gelek tiştan îfade dike: “Ez dixwazim têkildarî vê pirsê vê bêjim: Dema ez axê digirim destê xwe, tişta ez dibînim nuqte ne. Bi şev dema ez li asîman dinihêrim her stêrkek nuqteyek e. Gerdûn, tevahiya bedena mirov û ajalan ji nuqteyan pêk tê. Min di gerdûnê de nuqte dît. Her wiha min di mirovên dirêj-kurt, zeîf-qelew, xurt-bêhêz de jî nuqte dîtin. Dema ez nuqteyan li ser tabloyê bi cih dikim, bi wan re diaxivim, ew jî bi min re diaxivin. Heger wisa nebûya min nedikarî ewqas nuqteyan bi cih bikim. Ez, hest, îsyan, êş, kêfxweşiya xwe bi nuqteyan dineqişînim. Nuqte ji bo min hezkirin, hest û rastiya jiyanê ne. Di tablo û wêneyan de ji sedî sed ez hewl didim, hinekan bidim nîşandan. Ji ber ku em di cîhaneke hevpar de dijîn. Êşa te êşa min e.”
Hunermêndî nuqteyên navmala xwe ye
Alî Borakmak ji navmala xwe ye û dibêje: “Ez hewl didim wêneyê Sûra ku dapîr û bapîrên me bi destê xwe ava kirine, çêkim. Ez hewl didim di wêneyan de dayika xwe, dayikên me yên bi cilûbergên Kurdî û destmala li serê wan, nîşan bidim. Ez herî zêde hewl didim, feqîriyê, bêedaletiyê nîşan bidim. Bi vê armanca min, wekhevî û azadî ye.”
Alî Borakmak hewl dide pêşengehekê veke û bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Heta niha nêzî 30 tabloyên min hene. Ez hewl didim pêşengehekê vekim. Armanca min ne ew e ku ez bêm naskirin. Heger xwestekeke min a wiha hebûya, ez ê niha ne li Amedê, li Antalya û Stenbolê bûma. Armanca min bi vê pêşangehê ew e ku dahata ji vir bê, ez li zarokên feqîr ên neçar in bixebitin, leva bikim. Ji ber ku min jî ew feqîrî dîtiye. Dixwazim ji bo wan, kinc, pêlav, lênûs kû wekî din pêdiviyan dabîn bikim. heger ev pêk were ez ê kêfxweş bibim.”