Sûlava ku di nava du lûtke û zinarên bilind de sînga xwe ber bi ezmanê hişîn vekiriye, her rojê nêzî 300 û 2 hezar mirov lê dibin mêvan. Welatiyên ku bi taybet berê xwe didin vê sûlavê ji Urmiye, Basra, Bexde, Şam, Stenbol, Kahîre û gelek welat û bajarên din tên vir bêhna xwe didin û vedigerin. Welatiyên ku tên sûlava Amediyê bêyî ku Bajarê Amediyê, Zanîngeha Qubehan û Şikefta Enîşan ziyaret bikin venagerin. Welatiyên ku carekê tên di bin ezmanê şîn û darên gwîzan de kezeba xwe tije oksîjen dikin û diçin li lûtkeyê Çiyayê Amediyê li nava bajarê Dîrokî digerin, careke din naxwazin vegerin bajarên xwe. Her welatî û turîztên ku diçin Zaxo, Duhok û Hewlerê bêyî ku neçin Amediyê û Sûlavê paşve venagerin. Dema ku mirov diçe van warên dîrokî û xwezaya jindar ziyaret dike, li hemberî xwe bi hezaran welatiyên ku ji çar aliyê bajar û welatên Rojhilata Navîn hatine dibîne. Ev warê ku ereb fariz, Tirk, japon, çîn û Kurdan li xwe dike mêvan wekî mihrîcan û qernewala Rojhilata navîn tê dîtin. Ev warê bi xweza û hewaya xwe xweş, di despêka demsala havînê de hembêza xwe ji welatiyan re vedike û heta cotmehê mêvanan pêşwazî dike. Her rojê bi hezaran welatî tên li vir dibin mêvan û piştî behna xwe didin bi dilekî aram û çavekî li pişt mayî vedigerin bajarên xwe.
Kesên tên vir ziyaret dikin têra xwe wêne û dîmen dikişînin û bi van wêne û dîmenan gera xwe ya vir demir dikin.
DÎHA/AMEDIYÊ