LEZGÎN AKDENÎZ / MA / AMED
Nivîskar Qendîl Şeyxbizînî diyar kir ku xebatên serbixwe yên zimanzanên Kurd zirarê didin zimanê Kurdî û got, “Sazkirina yekitiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke.” Nivîskar pirtûka xwe ya bi navê “Hezar û Yek Peyv” ji Weşanxaneya Sîtavê derxistibû.
Pirtûka “Hezar û Yek Peyv” a nivîskar Qendîl Şeyxbizînî ku bi naveroka li ser rêziman û ferhenga zimanê amade kiriye ji Weşanxaneya Sîtavê derket. Nivîskar Şeyxbizînî ji Hewlêrê ye û Serokê Navenda Çanda Roj û Berdevkê Organîzasyona Roj Medê ya Hewlêrê ye. Şeyxbizînî li ser yekîtiya neteweyî û ziman axivî. Şeyxbizînî behsa armanca ferhengê kir û got, “Armanca min a li ser xebitîna zimanê Kurdî ew bû ku ez zaravayên wan nêzî hev bikim.”
Şeyxbizînî anî ziman ku ew li ser zimanê Kurdî lêkolînan dike û armanca wî ew e xebatên xwe bêhtir li ser zimanê Kurdî yê berê bi rê ve bibe û got, “Min zimanê Kurdî veqetand sê beşan. Yek zimanê kevn, yek jê jî zimanê navberê û yek jê jî zimanê nûjen e. Zimanê berê dibêjin Medî. Ji yê navberê re dibêjin Pehlewî ye û herêma Hewramî jê re dibêje Palî. Zimanê niha jî Kurmancî, Soranî, Kirmanckî, Kelhorî, Hewremanî ye. Ji van bênc zaravayan pêk tê.”
Ax ji derdê van dewletan
Şeyxbizînî pêknehatina yekîtiya zimanê Kurdî jî nirxand û got, “Her parçeyek Kurdistanê bi zaravayekî diaxive. Hem zextên rêveberiya wan dewletan û hem jî ji ber sînor di navbera wan de hatine danîn, Kurd nikarin yekîtiya zimanê xwe ava bikin. Astengiya herî mezin jî ew e ku veqetandina zaravayan e. Ji hev dûr dimînin.”
Ka standart!
Şeyxbizinî da zanîn ku pêdiviya Kurdî bi standartbûnê heye û wiha peyivî: “Yekîtî ango em bibêjin standartiya navbera zimanê Kurdî pirr girîng e. Divê ku ji bo zaravayên Kurdî bigîhîjin hev û standartiyek ziman bê sazkirin, hemû zimanzanê Kurd li hev kom bibin û xebatan bidin destpêkirin. Lê heke ev nebe, wê her aliyek û zaravayê xwe bide ferzkirin.”
Şeyxbizînî diyar kir ku xebatên serbixwe yên zimanzanên Kurd zirarê didin zimanê Kurdî û got: “Sazkirina yekitiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke.”