Çar sfenksên Misra kevnar li Qahîreyê li çerxerêyeke qelebalix hatin bicihkirin. Dîrokzan, nexasim misirşinas niha ditirsin ku egzoza erebeyan zirareke ku êdî neíkaribe bê edilandin, li van sfenksan bike. Ev her çar sfenksên serê beranan berê li ber devê deriyê Perestgeha Karnakê bûn li Luksorê. Niha cihê wan ê nû Meydana Tehrîr e li paytext Qahîreyê. Li gorî zanyaran, ev hewldan ji bo jêbirina dîroka nêz a Misrê tê kirin, lê ji ber qirêja hewayê û egzoza erebeyan, ew ê zirareke mezin bide qismekî ji dîroka Misra kevnar jî.

 

QAHÎRE