Berxwedana li Rojava û navê Rojava li cîhanê deng vedide û ji bo mirovahiyê weke hêvî tê dîtin.

Ji bo Rojava sibê li gelek welatan meşên piştgiriyê hene û Defend Rojava ji bo beşdarbûnê bang kir.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di 14'ê Kanûnê de bi pêşengiya Defend Rojava, Vomen Defend Rojava li gelek welatan meş pêk werin. Defend Rojava bi daxuyaniyekê ji bo meş û mîtîngan banga tevlîbûnê kir.

Defend Rojava der barê meş û mîtîngan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin:

“Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê hêzên QSD, YPG, YPJ û gelên Rojava destanwarî têdikoşin. Şervan û gelên Rojava li ser navê mirovahiyê berdêlên giran dan û mirovahî ji çeteyên hov rizgar kirin. Li Rojava sîstemeke azadîxwaz, wekhev û bi hêvî ji bo mirovahiyê hate avakirin.

Êriş li dijî mirovahiyê ye

Êrişa li dijî nirxên li Rojava tenê li dijî destketiyên gelê Kurdistanê nîne, êriş li dijî paradîgmaya jiyana hevpar a mirovahiyê ye. Mirovahiyê ev êriş weke êrişa li dijî hêviya xwe, nirxên jiyanê yên hevpar û demokrasiyê dîtin. Ji ber vê yekê mirovên li pênc parzemînan li gel gelên Kurdistanê bi her reng, ziman, zayend, bawerî û nêrînan bênavber li ber xwe didin.

Têkoşîn û piştevaniya bi Rojava re berxwedana mezintirîn a demokrasiya navneteweyî ya dîroka mirovahiyê ye. Di dîroka dinyayê û Kurdistanê de yekemcar êrişên dagirkeriyê weke êrişa li dijî mirovahiyê, azadiyê, wekheviyê hate dîtin. Bi çalakiyên li kolanan, bi nivîsan, bi hunerê û stranan li berxwedanê dibin xwedî û heta encamê werbigirin vê yekê dewam dikin.

Divê her kes beşdarî meşan bibe

Di 14'ê Kanûnê de wê bi pêşengiya Defend Rojava, Women Defend Rojava û Rise Up for Rojava çalakiyên 'Ji bo Rojava serhildan û meşa enternasyonalîst' li tevahiya dinyayê pêk werin. Bi navê Defend Rojava em bang li Kurdistaniyan, gelên dinyayê, jin, zarok, demokrat, rewşenbîr, mirovên çepgir û sosyalîst û her kesên ji xwe re dibêje ku ew mirov e tevlî meş û çalakiyan bibin."

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Em hêza xwe nîşan bidin!

 

Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo meşên di 14’ê Kanûnê de bang kir.

Di daxuyaniya KON-MED’ê de weha tê gotin:

“Dîroka Komara Tirkiyeyê, dîroka qetlîaman e. Ji Roboskî heta Rojava dewleta Tirk bi balefiran zarok qetil kirine. Di 14’ê Kanûnê de ji bo Rojava wê meşên enternasyonalîst werin lidarxistin. Elmanya di serî de wê li gelek bajar û welatên cîhanê ev meş werin lidarxistin. Em bang li gelên xwe dikin ku bila li hemberî van êrişên dagirker bibin yek û hesap ji dewleta Tirk a qirker bixwazin. Meşên 14’ê Kanûnê ji bo Kurd, Tirk, Elewî, Êzidî, Siryan û gelên bindest hemûyan tênen lidarxistin.

Çalakiya li Nurnbergê Şemiyê bi otobusên kirêkirî ne, wê di nava bajêr de bêne gerandin û li pêş konsolosxaneya Tirk û şîrketên ku çekan çêdikin wê were sekinandin û belavok werin belavkirin.

Cihê çalakiyan

  • Koln: Hans-Boockler-Platz, saet: 13.00
  • Frankfurt: Bockenheimer Warte 1, saet: 14:00
  • Hanau: Hauptbahnhof, saet: 14:00
  • Berlîn: Bernauerstr., saet: 13:00
  • Leipzig: Eisenbahnstrasse Rabet, saet: 14:00
  • Bremen: Hauptbahnhof Bremen, saet: 14:00
  • Hannover: Hauptbahnhof Hannover, saet: 14:00
  • Hamburg: Pêşiya HBF ya Hamburgê, saet: 15:00
  • Munchen: Schutzenstraße, saet: 14:00
  • Stuttgart: Lautenschlager str., saet: 14:00
  • Heilbronn: Kolpingstr. 120, saet: 14:00