Hevseroka KCD´ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan, ev 73 roj in, Endamê Nûneriya HDP’ê ya Başûr Nasir Yagiz ev 59 roj in û zêdeyî 300 girtî li 40 hepsan berxwedanê bi biryardarî dewam dikin.
Înîsiyatifa Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê, ji bo balê bikişîne ser çalakiya çalakgerên di greva birçîbûnê de, li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî xwend û got, “Ev 20 sal in ku li dijî Birêz Abdullah Ocalan tecrîd heye. Di hiqûq û qanûnan de tecrîdeke wiha nîne. Ev yek tine hesibandina hebûna gelê Kurd e. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka me Leyla Guven ji bo vê dijminahiyê û zilmê tine bike, ji bo bibe wijdanê gelên me û mirovahiyê ye. Divê bê zanîn ku; yên ku xwe li vê qêrînê kerr dikin, dê bibin şirîkê sûcê li dijî mirovahiyê.
DMME û CPT jî di nav de
Ozturk, bang li saziyên navneteweyî jî kir û got, “ DMME û CPT jî di nav de Konseya Ewrûpa, Parlamentoya Ewrûpa, Netewên Yekbûyî, saziyên hiqûq û mafên mirova yên Ewrûpa divê li dijî tecrîda tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dengê hevseroka me Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bibihîzin û bi awayekî lezgînî di asta hikûmeta AKP’ê de dest bi hewldanan bikin.
Bêdengî rê li ber mirinê vedike
Hevseroke KCD’ê Berdan Ozturk herî dawî got, “Em bang li hikûmeta AKP’ê dikin ku dest ji dijminahiya Kurdan berde, guh bide daxwazên Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê. Her wiha di serî de gelê me, hemû partiyên siyasî yên demokratîk li Kurdistanê û Tirkiyeyê, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, demokrat, kesayetên welatpêrêz, em bang li her kesî û civaka navneteweyî dikin bi lezgînî deng bidin dengê Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê yên ji bo siberoja mirovahiyê bedena xwe dane ber mirinê û xwedî li daxwazên wan derkevin. Bêdengî rê li ber mirinên telafiya wan ne mumkin û encamên bi êş, vedike.
MA/AMED