Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E’yê têkildarî meşa 4’ê Mijdarê li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê doh daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga beşdariyê li Kurdistaniyan û dostên wan kir.

Di daxuyaniyê de KCDK-E´yê got, “Dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst ji sala 2011’an û vir ve hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re asteng dike û ji salekê zêdetir e ku tecrîdkirina Rêber Apo jî şidandiye. Ji xeynî tecrîdê di warê fîzîkî de jî fikarên me yên li ser tendirustî û ewlehiya Rêber Apo jî zêde bûne. Ev tişt tê wateya komployeke nû ya li dijî Rêber Apo. Helwêsta li dijî Rêber Apo tê wateya helwêsta li dijî gelê Kurd. Neyîniyeke li hemberî Rêber Apo tê wateya neyîniya li hemberî gelê Kurd jî. Me her dem ev tişt got, bêyî Rêber Apo ne aştî pêkan e û ne jî diyalogeke baş dikare pêk were. Em vê gotina xwe dîsa dubare dikin.”


‘Meş wê bi heybet be’

KCDK-E´yê îşaret pê kir ku meş û mîtînga li Dusseldorfê beşek ji kampanya azadî ji Ocalan re ye û wiha dewam kir: “Bi vê mebestê em bang li hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku 4’ê Mijdarê beşdarî meş û mîtînga li Dusseldorfê ya Elmanyayê bibin. Divê ev meş bi heybet be.

Divê 4’ê Mijdarê em hemû karên xwe deynin aliyekî û beşdarî çalakiya ji bo Rêber Apo bibin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN