Sibe li Elmanya, Fransa û Awusturyayê ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê pêvajoya dengdanê dest pê dike. Koordînasyona Hilbijartinan bang li hilbijêran kir ku teqez biçin û dengê xwe bidin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 24´ê Hezîranê hilbijartin in, lê ji bo heman hilbijartinan pêvajoya dengdanê ji bo hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê sibe ango 7´ê Hezîranê dest pê dike û wê heta 19´ê Hezîranê dewam bike. Pêvajo sibe wê li Elmanya, Fransa û Awusturyayê dest pê bike û heta 19´ê Hezîranê dewam bike.
Li gorî daxuyaniya Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirk (YSK) li derveyî Tirkiyeyê 3 milyon û 49 hezar û 65 hilbijêr hene. Hejmara hilbijêran herî zêde li Elmanyayê ye ku lê 1 milyon û 445 hezar 33 ye. Di hilbijartinên 7´ê Hezîrana 2015´an de ji sedî 34´ê hilbijêran deng dabû, HDP´ê ji sedî 17.29´ê dengan bi dest xistibû.
Li Elmanyayê li 13 bajaran deng wê bên dayîn.
Navendên dengdanê li Elmanyayê
Berlîn: Heerstr. 21, 14052 Berlin
Dusseldorf: Willstaetterstr. 9, 40549 Düsseldorf
Essen: Messe Essen Gmbh Congress Center Essen Messeplatz, 145131 Essen
Frankfurt: Kennedyallee 115-117, 60596 Frankfurt Am Main
Hamburg: Türkisches Generalkonsulat Tesdorpfstr. 18, 20148 Hamburg
Hannover: Birinci Tur: Deutsche Messe AG Messegelande, 30521 HANNOVER Halle 21
Karlsruhe: Rintheimer Str. 82, 76131 Karlsruhe
Koln: Luxemburger Str. 285, 50354 Hürth
Mainz: An Der Karlsschanze 7, 55131 Mainz
Munchen: Alte Bayerische Staatsbank, Kardinal-Faulhaberstr. 1, 80333 München
Munster: Lotharinger Strasse 25-27, 48147 Münster
Nurnberg: Schwadermühl Strasse 3, 90556 Cadolzburg
Stuttgart: Lorenzstr.11, 70435 Stuttgart
Li Fransayê li 6 navendan
Li Fransayê jî dengdan wê ji sibe û pêve 13 rojan heta 19´ê Hezîranê dewam bike ji saet 09.00´an heta 21.00´ê. Qederê 320 hezar hilbijêrî li Fransayê hene û di hilbijartinên 1´ê Mijdara 2015´an de HDP´ê ji sedî 25.8’ê dengan wergirtibû, beriya wê di 1´ê Hezîranê de ji sedî 29.6´ê dengan wergirtibû.
Ji faşîzmê re êdî bes e
Koordînasyona Hilbijartinan a Fransayê heta îro yek bi yek bi 50 hezar hilbijêrî re peyiviye. Hevserokê CDK-F´yê Vedat Bingol jî di vê xebatê de cihê xwe girt. Bingol bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û ji faşîzma AKP-MHP´ê re bibêjin êdî bes e.
Bingol got, li 6 bajaran li ser sindoqên li konsolosxaneyên Tirkiyeyê wê muşahid hebin, û ew ê xelkê derbarê dengdanê û pusulayên dengan de agahdar bikin. Bingol got di hilbijartinên beriya niha de rêjeyan dengdanê kêm bûye, û vê carê ew ê vê rêjeyê zêde bikin: “Em biçin ser sindoqan û hesab ji faşîzma AKP´ê bipirsin.“
Navendên dengdayînê li Fransayê
Serkonsolosxaneya Parîsê: 44 Rue de Sèvres, 92100 Boulogne-Billancourt, Parîs
Serkonsolosxaneya Bordeaux: 29 Allée de Chartres, 33000 Bordeaux
Serkonsolosxaneya Nantes: 20 Quai François Mitterrand, 44200 Nantes,
Lyon: Union DITIB Lyon, 72 Rue Paul et Marc Barbezat, 69150 Décines-Charpieu Lyon,
Strasbourg: 4, Rue Thomas Mann, 67000 Strasbourg,
Marsilya: Palais des Congrès Parc Chanot, Rond-Point du Prado, 13009 Marseille.
Li Awusturyayê li 3 navendan
Li Awusturyayê jî ji 7´ê Hezîranê heta 19´ê Hezîranê li sê bajaran wê deng bên dayîn. Li paytext Viyana, li Salzburg û Bregenzê li konsolosxaneyan saet ji 09.00’an heta 21.00´ê li 10 sindoqan deng wê bên dayîn. Li Awusturyayê bêhtirî 116 hezar hilbijêrî hene. Di hilbijartinên 1´ê Mijdara 2015´an de HDP´ê ji sedî 13´ê dengan wergirtibû.
Navendên dengdanê li Awusturyayê
Bregenz: Bregenz Başkonsolosluğu/Senderstrasse 10, 6922 Wolfurt
Salzburg: Strubergasse 9 A-5020 Salzburg
Viyana: Hietzinger Hauptstrasse 29, 1130 Viyana
NAVENDA NÛÇEYAN
Kî dikare dengê xwe bide

Her kesê ku di tomara hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê qeydkirî, dikare dengê xwe bide. Ji bo ku hûn zanibin ka hûn qeydkirinîne, û ka hûn li ku qeydkirîne li ser malpera www.ysk.gov.tr binihêrin ku li serê beşek bi navê “Yurt Dışı Seçmen Sorgulama (Lêpirsîna Hilbijêr a li derveyî Welêt)” heye.
Her hilbijêrê qeydkirî dikare li nûneriyên derve yên Tirkiyeyê û li deriyên gumrikê dengê xwe bide. Pêvajo wê 7´ê Hezîranê dest pê bike û heta 19´ê Hezîranê dewam bike.
Hilbijêr li ku derê qeydkirî be jî, roja hilbijartinê, dikare here nûneriya herî nêzî xwe yan jî nûneriya tercîh dike û dengê xwe bide. Weke mînak hilbijêr li Fransayê qeydkirî be jî, dikare li Elmanyayê li nûneriyekê dengê xwe bide.
Nasname yan jî pasaporta xwe ji bîr nekin
Hûn dikarin bi nasnameya ku li ser hejmara nasnameyê li ser yan jî bi pasaportê dengê xwe bidin. Heger li ser nasname û pasaportê hejmar nebe, hingê belgeya qeydiya nifûsê ya hejmar a ku konsolosiyê daye, divê were îbrazkirin.
Dengdan wê tevahiya hefteyê saet ji 09.00´an heta 21.00´ê bi rê ve biçe.
Ji bo serketina HDP’ê û namzetê wê Li Stockholmê dezgeha ji bo HDP’ê û Demîrtaş

yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, li paytexta Swêdê Stockholmê karekî berfireh tê kirin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê, di çarçoveya karê hilbijartinan de li taxa Solnayê dezgeha agahdarkirinê hate danîn.
Dildarên HDP’ê belavok belav kirin û li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Ayşegul Iyîdogan got, HDP yekane partî ye ku mirovên ji bawerî, nêrîn û etnîsîteyên cuda xwe bi awayekî azad lê îfade dikin.
Iyîdogan destnîşan kir ku rizgariya Tirkiyeyê bi HDP’ê dibe û bang li hemû hilbijêran kir bi taybetî jî li jin û ciwanan kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê û Demîrtaş.
Dildarên HDP’ê diyar kirin ku ew ê dezgeha xwe li taxên din ên Stockholmê jî deynin û roja Sêşemê saet 17’an wê li taxa Kistayê dezgehê deynin.
ANF/STOCKHOLM