BERHEM LETÎF / ROJNEWS/DIHOK

Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel û Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî der barê  giringiya rola rewşenbîran ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdan de peyivî.

Dr.Kamûran Berwarî diyar kir ku erka rewşenbîran e ku rola parêzertiyê ji bo gel û welatê xwe bikin: “Pêwîst e ku rewşenbîr ji bo nêzîhevkirina partiyên siyasî û danîna stratejiyeke neteweyî bi rola xwe rabin. Erkeke din a rewşebîran xêzkirina nexşeya siberojê û parastina destketiyên niştîmanî ye. Ji bona vê, ev qonaxa ku em niha tê re derbas dibin, gelekî girîng e. Qonaxa azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê ye.”

Bi rola xwe rabin

Berwarî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku girîng e Kurd di sedsala 21’an de bi roleke sereke ji bo aramiya Rojhilata Navîn û cihanê rabin. Divê Kurd xwe di aliyê siyasî de bidin nasandin û di hemû navendên navneteweyî de bi rola xwe rabin.”

Ev fikir û felsefe dikare rizgar bike

Berwarî bal kişand ser girîngiya sîstema Konfederalîzma demokratîk û got; “Niha roleke mezin dikeve ser milê Kurdan. Bi taybetî di warê sîstema konfederalîzma demokratîk de ku nûtiriî fikir û felsefe ye di cihanê de. Ew jî li ser fikra Rêber Apo pêk hatiye. Ev fikir û felsefe dikare di sedsala 21’an de mirovahiyê rizgar bike.”

Ji bin bandora hizban derkevin

Herî dawî jî Dr. Kamûran Berwarî têkildarî rola rewşenbîrên Kurd wiha peyivî: “Erkeke gelek girîng dikeve ser milê rewşenbîr, nivîskar û siyasetvanên Kurd ku bikarin aliyekî wijdanî bigirin. Ji bin bandora hizban derkevin û bikarin destketiyên Kurdan di vê qonaxê de biparêzin.”