Parlamentera eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir a ji Partiya Çep, ji senatoya Hamburgê pirsî, gelo şideta li djî jinê di dema krîza ji ber vîrusa korona de zêde bûye. Li gorî bersiva Senatoya Hamburgê dayî pêşniyaz pirsa Partiya Çep (Die Linke), polîsê Hamburgê eşkere kiriye ku ji destpêka pandemiya koronayê ve, şideta nava malê zêde nebûye. Hevseroka Partiya Çep a Parlamena Hamburgê, Cansu Ozdemîr dibêje: “Maneya vê ne ew e ku di rastiyê de ti zêdebûna tundûtûjiyê tine. Ji ber ku pandemiya koronayê dewam dike û kes nikare hewara ti kesî ya ji bo alikariyê bibihîse, şideta nava malê zêde xuya nake. Ji ber vê yekê ya girîngtir ew e ku em civakê der barê pirsgirêkê de bîrewertir bikin. Pêwîst e ku em li derdora xwe binihêrin û piştgiriyê bidin kesên ji ber şidetê mexdûr. Êdî em nahêlin ku bûyerek xirab mîna roja înê li Lurupê dîsa derkevê holê. Şideta nava malê zêde nebûbe jî bi vî halê xwe jî têra xwe xirab e û tiştekî nîşan dide: Şideta nava malê bi taybetî bandorê li jinan dike. Sedemên bingehîn hene ku divê em di demeke dirêj de biguherin: jinkujiya toksîk, girêdayîbûna aborî, cinsiyetperestî.”

Li Hamburgê, di sê mehên pêşîn ên sala 2020’an de hezar û 211 bûyerên şidetê hatine qeydkirin, yanî her roj bêhtirî 13 bûyeran. Herçî jin in, sê caran li mêran ev şidet tesîrê i wan dike.

 

 HAMBURG