Me doh behsa berhemên wêjeyî yên klasîk û ji nû ve weşana wan kiribû. Berhema Şorişa Xebera a Çerkezê Reş ji  Weşanxaneyê Belkî, bi edîtoriya Rênas JİYAN’î   derketibû. Îro jî em ê behsa berhema duyem bikim ku ji heman weşanxaneyê derketiye û ji klasîkên Kurdên dema Sovyetê ye: Şiêran û Poêman (pirtûka helbestên Emînê Evdal).

Jiyana Emînê Evdal jî bi dijwarî derbas bûye.  Sala 1906’an li Qersê, Ermençayirê  ji dayik dibe, piştî sirgûna Qafkasyayê, dê û bavê xwe ji dest dide, sêwî dimîne û li sêwîxaneyê mezin dibe. - Di helbestên wî de jî bandora sewîbûnê xuya dike. - Diçe Tiflîsê û li wir dimîne. Piştî du salan vedigere Êrmenîstanê.  Zanîngeha Êrîwanê diqedîne û paş re doktoraya xwe dike.  Di warê pedagojiyê û etnografiyê de jî xebatên wî hene. Sala 1964’an dimire.


Piştî Qedrî Can wî xwe li helbesta serbest ceriband

Gava ku mirov helbesta  Emînê Evdal’î bixwîne bêhna rengê polîtîk û sirgûnê pê dihise. Rênas Jiyan jî di pêşgotinê de vê xalê wiha îfade dike: “Helbestên wî yên serbest hin jê polîtîk û hin jê jî takekesî ne, ew jî wek Qedrî Can sosyalîst-lenînîst e, lê ji Qedrî Can cudatir di helbestê de vegotina Emînê Evdal a helbesta polîtîk nerm û ji dil e. Di helbestên Emînê Evdal de bêtir bajar û war binavkirî û diyarkirî ne; ev war û bajar carinan dibe Lenîngrad, carinan dibe Soçî û carinan dibe Êrîwan. Ev taybetmendiya diyarkirina ax, erd û mekanî di hemû wejeya kurmancî ya qafkasî de heye; sedema vê yekê sirgûn û dûrbûna wan a ji welatê wan Kurdistanê ye.” 

Jibo avakarina helbesta serbest a Kurdî gelekî hewl daye. “Piştî Qedrî Can helbestkarê ku di kurmancî de helbesta serbest cerribandiye Emînê Evdal e.”  

Emînê Evdal pirtûka xwe dubeş kiriye. Yên nûjen wek “şi’êr” yên klasîk jî wek “poem” bi nav kiriye. Di beşa “şi’êr” de rengê polîtîk û bêhna bêrîkirina welêt heye.

 Di beşa “poem” de,  qalibê mesnewiyê bi kar aniye. Xweza, dîalog û folklora Kurdan di mesnewiyên wî de hêmana bingehîn e. Her wiha cih daye destana gelê xwe jî di pirtûka xwe de:


Xelîl  xweş-xweş bilûrê dixist,

Bi mqama dil dişewtîn, 

Mqam peyhev ewî dihişt

Bi mqama dil diperrtîn


 Emînê Evdal di ser civaka xwe û ser folklora xwe gellek xebitiye û daqûliye. Bi berhemên xwe ronkayî daye ser folklora Kurdan. Bi rastî jî ev berhemên wî ji helbastên wî bandortir in. Ji van yên balkeş ev in: Folklora Kurmanca (bi Heciyê Cindî re nivîsiye), Xebernama kurdiyê rastnivîsandinê...

Wek gotina dawî, helbet xwendavan jî dikarin bi dewra xwe rabin, li vê qonaxê, pêwîste ku klasîkên xwe meraq bikin û bixwînin.


BARAN BULAK