El-Salim ji 9 salan ve bi nexweşiya dil ketiye, lê nexweşiya wî li pêşiya erka wî ya dermankirina nexweşan nebû asteng.
Nûçegihanê ANHA’yê serdana mala Ebdilrehman El-Salim kir. Di serdanê de El-Salim wiha got: “Ji ber jiyana min a koçberiyê herî dawî ez li bajarê Til Temirê bi cih bûm. Min pîşeya xwe ya dermankirina bi dermanên Kurdewariyê ji bav û kalên xwe wergirtiye û ez pê debara xwe û malbata xwe dikim.”
El-Salim di berdewama axaftina xwe de û derbarê kar û pîşeya xwe de wiha anî ziman: “Ez di vê pîşeyê de ji ciwantiya xwe ve dixebitim. Tevî ku ez ji xwendinê bêpar mam, li welatiyên herêmê gelekî baweriya xwe bi dermanên min tînin. Ez di îlackirina nexweşan de giya û dermanên Kurdewariyê bikar tînim û di vê dawiyê de min hin derman bi şêwra bijîşk û dermanfiroşan kirîn û ez pê nexweşên xwe derman dikim. Hin dermanên ku min ji giyayan çêkirine li ba welatiyan bû mijara nîqaşan ji ber ku min bi vî dermanî zarokekî nîv felcî îlac kir.”
El-Salim got ku bêparbûna wî ji xwendin û dibistanê re ew gelekî tengezar kiriye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji ber rewşa xizantiyê ya malbata min û hovîtiya dagirkeriya Firansiyan ku tirs di nava welatiyan de diçandin, bû sedema ez kesayeta xwe pêş nexim û ji xwendinê bêpar bimînim.”
El-Salim da zanîn ku ew bê ku li dibistanan bixwîne gihişt armanca xwe ya fêrbûna pîşeya bijîşkiyê û xweninê bê ku li dibistan û zanîgehan bixwîne.
El-Salim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pîşeya wî netewperestiyê esas nagre û ji bo xizmeta hemû mirovahiyê ye û diyar kir ku wî li bajarê Til Temirê bi hemû pêkhateyan re li gorî hîmê biratiyan gelan û jiyana hevbeş, jiyaye.
DILSOZ DILDAR/ANHA/TIL TEMIR