Ekîz dibêje, karê antîkevaniyê wî gelek kêfxweş dike, lê mixabin êdî ev kar hatiye ber bi tunebûnê. Ekîz xemgîniya xwe ji ber vê egerê tîne zimên û weha dipeyive: "ji ber ku sifir buha ye, bafûn û ferfûr tên tercîhkirin. Ji ber vê jî, berhemên bêkalîte zêde bûne. Ev yek jî bandorê dike li tenduristiya mirovan. Piştî ku seferkarî û sifir tune bûn min dest bi antîkevaniyê kir."

Welatiyê bi navê Ferît Canligul (72 salî) ku li navçeya Turgutluyê dimîne jî seferkarê dawiyî ye li navçê. Canligul ê ev 50 sal in vî karî dike, dibîje"piştî ku sûka Turgutluyê ya kevin xirab bû û dikanên din bar kirin cihê nû, ez bi tena serê xwe li vir mam. Ji bo ku ez vî pîşeyî zindî bihêlim, ez li ber xwe didim. Li Turgutluyê ez tenê seferkariyê dikim, ji ber ku piştî min tu kes dê vî karî neke, ev pîşe wê tune bibe. Ji ber ku bikaranîna teyfikên sifir ji bo tenduristiya mirovan baş e, ez pêşniyar dikim ku welatî teyfikên sifir bi kar bînin."

  DIHA/MANÎSA