EMAR EL-XELEF / ANHA / REQA
Şikefta El-Qatir ji cihên dîrokî ye ku hîna nehatiye vedîtin. Şikefta ku bi awayekî xwezayî ava bûye, şûn û şopên ji şaristaniyên hatine Reqayê jî parve dike. Lê di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ´ê bajarê Reqayê de rastî talankirin û wêrankirinê hatiye.
Şikefta El-Qatir a li Kesra Mihemed Elî, dikeve başûrê rojhilatê Reqayê û 12 kîlometre li ser rêya Reqa-Dêrazorê ji herêma El-Kesra dûr dikeve.
Şikeft bi hênikbûna xwe tê naskirin, lewra di havînê de dibe meqseda bi sedan şêniyan.
Şikeft beriya salan bi awayekî xwezayî di encama mercên hawîrdorê de ji kevir û kilsê û pêkhatina krîstalan ava bûye. Rexmî ku gelek şandeyên biyanî û yên herêmî ev şikeft dîtine, hîna temenê wê kişf nekirine.
Kûrahiya şikeftê digihîje qederê 2,4 kîlometreyan. Gelek dever di şikeftê de nehatine vedîtin. Li gorî ku hevserokê Komîteya Turîzm û Şûnwaran Hesen Mistefa ragihand, dirêjbûna wê digihîje 20 kîlometreyan.
Cihê wê ji zinar li binê çiyayê El-Beşrî ber bi jêr ve dest pê dike. Ji beşên bi navên Hisên, Elmanya, Darên Krîstal û Tunela Mezin pêk tê.
Şikefta dilopan
Şikeft ji mezintirîn û girîngtirîn şikeftên Sûriyê ye. ‘El-Qatir’ bi erebî tê wateya dilopkirina avê ji banekê û ji ber ku ji banê şikeftê av dilopan dike, navê ‘El-Qatir’ lê hatiye kirin. Şikeft ji gelek beşan pêk tê; qadeke berfireh bi dirêjbûna zêdetirî 100 metre û firehiya 60 metre, gelek hol, goleke kûr a ku di encama dilopkirina ava baranê de, di dirêjahiya salan de çêbûye. Her wiha li aliyê çepê yê şikeftê kanaleke teng a avê heye. Tê gotin ku ev kanal ji rûbarê çemekî li herêma El-Ekrîşî ya ku bi 20 kîlometreyan dikeve rojhilat, çêdibe û tê gotin dibe ku ava şikeftê ji El-Resafa bi rêya çemekî binerd yan jî bi rêya gelek kaniyên biçûk di bin erdê de tê.
Çeteyan ziyan lê kiriye
Li ser mijarê, hevserokê Komîteya Turîzm û Şûnwaran a Reqayê, Hesen Mistefa wiha axivî: “Em şikeftê wek cihekî dîrokî ku heta vê kêliyê nehatiye vedîtin, dihesibînin. Lê ji ber ku çeteyan bê ser û ber şikeft kolaye, gelek zerar gihandinê.”