BILAL GULDEM / METIN YOKSU / MA / AMED

Yek ji şûnwarên axa Mezopotamyayê yên ewilîn, Şikeftên Hesûnê ye. Bi hezar salan e dîroka li vir bala mirovan dikişîne. Şikeftên Hesûnê her çiqas bêxwedî hatibin hiştin jî lê çar demsalan mirov diçin serdana wan.

Li Farqînê yek ji dîroka kevnare ango şûnwarek bi serê xwe bajar e, Şikeftên Hesûnê. 4 Kîlometreyan ji navenda Farqînê dûr in ev şikeft. Li ser rêya di navbera Farqînê û bajarên Serhedê de cih digire.

Li gorî gotinan, yek ji cihên ên şên ên herî kevnare li ser axa Mezopotamyayê, mekanê van şikeftan e ye. Her çiqas dîroka vir, weke beriya mîladê 100 salî bê îfadekirin jî lê ji ber şerên li herêmê heta niha bi awayekî baş û temam lêkolîn nehatiye kirin. Heke dîroknas û arkeolog li şikeftan lêkolînekê bikin, hîna nû  aliyên dîroka vê deverê yên ku nayên zanîn jî wê derkevin holê.

 Bajarekî qedîm ji şikeftan

Xweşikî û teşeyên kevirên li vir hatine verotin, mirovan matmayî dihêle. Mirov bi kêfxweşî tên li odeyên van şikeftan digerin û dixwazin der barê dîroka wê de agahiyan wergirin. Dema mirov dûrî şikeftan li wan dinihêre, evder wek kelehekê jî xuya dike. Di hundirê şikeftan de dêra bi navê Kevir cih digire. Her wiha li vir hemam, bîr, ode, îbadetxane hene. Tevî hemû kevnaeriya xwe bi mîmariyeke xweşik hatiye çêkirin. Li vî bajarê dîrokî. şikeft 3, 5 û 7 qatî ne û wek yekemîn şikeftên dubleks ên dîrokê jî tên nasîn.

Şikeftên Hesûnê ku li quntara Çiyayê Elbatê ne, li hêla rojhilatê Farqînê ne. Dema mirov ji van şikeftan li deştê dinihêre deşta Farqînê, Bismil û Batman xûya dikin.

Erê ev dever weke devera sît hatiye îlankirin, lê ti xwedîderketineke fermî li vir nîne û ev şikeft jî her dirûxin.

Ciwan dixwazin dîrokê nas bikin

Ciwanê bi navê Îhsan Akcanim ê ji Farqînê ku li gel hevalê xwe diçe serdana şikeftan, anî ziman ku ew ji ber ku kes li vî cihê dîrokî xwedî dernakeve, bi gazin in.

Ciwanê bi navê Enes Aktarli jî cara yekê ye diçe Şikeftên Hesûnê û dibêje, “Divê hemû ciwan werin van cihên dîrokî bibînin.”

Ferhat Aktarli jî piştî serdana xwe ya yekê dibêje, “Li şûna em bi jiyaneke dejenerebûyî re elaqedar dibin, divê em werin şûnwarên xwe dîrokî bibînin. Lazim e em bi dîroka xwe zanibin û qala wê ji her kesî re bikin.”

Cemîle Tarî jî ji Licê çûye cihê van şikeftan û dibêje, “Heta mirov tê vir rêyeke pirr zehmet heye. Divê serê ewilî rêya vir çêkin û xweş bikin.”

Şiyar Elmas jî ku li gel hevjîna xwe Cemîleyê hatiye, dixwaze, xelk xwedî li vê mîrasa dîrokê derkeve û dibêje, pêwîst e hemû cihên dîrokî bên parastin.