Her wiha di şer û pevçûnan de 5 şervanên YPG’ê û 4 şervanên Burkan El Firat jiyana xwe ji dest dan. Li Cezaa û Şengalê jî li dijî çeteyan şer didomin. Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ji hemû eniyan çete bi tank û wesayîtên zirxî êrîşî Kobanê dikin û hat gotin ku YPG di roja 15’emîn de li dijî çeteyan li ber xwe dide. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 15’an de dewam dike. Hêzên çete ji hemû eniyan bi tank û wesayîtên xwe yên zirxî êrîşî Kobanê dikin, lê li hemû eniyan rastî berxwedana hêzên me tên. Hêzên me li hemû eniyan bi çalakiyên xwe derbên giran li çeteyan didin. Li rojhilatê herêmê gundê Kazîka, li rojava li girên Siftekê, li başûr-rojava gundê Mînaze û li başûr jî derdora gundê Gulmetê duh tevahiya roj û şevê şerê dijwar qewimîn. Tevî vî şerê dijwar, hêzên me li gelek deveran çete xistin kemînan û derb li wan dan. Di tevahiya şer de li gorî hatiye tespîtkirin 57 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha tankeke çeteyan hate rûxandin.”

Di şer de 5 şervanên YPG û 4 şervanên di nava Bûrkana El Firat de cihê xwe digirtin jî bi qehremanî şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Li başûr-rojavayê Cezaa li gundên Misterîha, Kenhû, Hemedan û li gundê Dugura yê Şengalê êrîşên DAIŞ‘ê dewam dikin. Hêzên YPG´ê li van deveran pêşveçûna çeteyan dan rawestandin, tankek rûxandin û bi dehan çete hatin kuştin.  

KOBANÊ