
LOKMAN TURGUT/NAVENDA NÛÇEYAN
Paragrafa 47´ê ya Qanûna mafê mana li Elmanyayê, qanûnek e ku ji maf û hiqûqê wê de amûreke zextê be di destê hikûmetên Elman li dijî siyasetvanên biyanî û nexasim jî penaberan. Ev qanûn sala 1988´an kete meriyetê û ji hingê 14 caran hat bikaranîn. Ji ber ku bûyera herî navdar a li dijî siyasetvanê Kurd Muzaffer Ayata bû, ji vê qanûnê re carinan qanûna Ayata jî tê gotin.
Xala herî zêde derdikeve pêş a vê qanûnê ew e ku dikare bi hizra siyasî ku ”ji bo berjewendiyên Elmanyayê” tehlûkeyê qaşo dinirxîne dikare bête bicihanîn. Jixwe di rewşa siyasetvanê Kurd Muzafer Ayata de jî bi vê sedemê, axaftina wê ya li çalakî û xwepêşandanên siyasî, nivîsandina wî ya meqaleyan li Ayata hatibû qedexekirin.
Dewlet li dijî demokrasiyê dixwaze xwe xurt bike
Niha wezaretên karê hundir ên eyaletan dixwazin bikaranîna vê qanûnê hêsantir bikin û ji bo vê pêşniyaza amadekirina bingeha qanûnî li hikûmeta federal kirin. Wezîrê Karlê Hundir ê federal Thomas de Maizière (CDU) xebero ji ber wê yekê dest pê kiriye ku lê bikole ka bingehekî qanûnî ji bo hişkkirina vê amûra dij demokratîk û li dijî mafê azadiya hizr û ramanê heye yan na.
Wezareta Karê Hundir a Hessenê, qaşo gotiye, şert û mercên zêde hişk û bilind ên qanûnê dihêlin ku ew nikaribin wê bi kar bînin. Li gorî wê hem Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpî (DMME) û hem jî biryarên dadgeha îdarî yê eyaletan dikarin vê amûra zextê a di destê hikûmetên eyaletan û ya navendî de bitevizînin. Ango wezaret ditirsin ku nikaribin li gorî xweşiya dilê xwe zilmê li siyasetvanên biyanî û nexasim jî penaberan bikin. Heta di asta federal de jî minaqeşeya wê têkirin ku li doza Muzaffer Ayata ji nêz ve bête nihêrîn, ji ber ku hingê Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê, qedexeya li dijî wî betal kiribû û mafê azadiya îfadekirina hizr li pêş girtibû.
Hem pîvanên hiqûqa giştî û Ewrûpî, hem jî pîvanên mafên mirovan ên sereke wiha xuya dike ku wê destûrê nede Elmanya karibe hêsanî bi paragrafa 47´an yan jî bingehê nû yê qanûnî karibe siyasetvanên mîna Muzaffer Ayata bê deng bike, yan jî mafên mirovan xirabtir bike.
Çima Qanûna Ayata
Yek ji dozên ji ber vê paragrafê ya herî zêde derkete pêş a li dijî siyasetvanê Kurd Muzaffer Ayata bû. Rayedarên Stuutgartê lê qedexe kirin ku di xwepêşandanên siyasî de bipeyive, û maqeleyên siyasî binivîse. Weke sedem jî hatibû îdîakirin ku ji ber ku ew Hikûmeta Federal tohmetbar dike bi wê yekê ku Kurdan wekî terorîst û sûcdar dibîne. Bi rengê giştî, paytexta eyaleta Baden-Wurtembergê, ango Stuttgartê bi îdîaya zerarê dike li berjewendiyên derve yên Elmanya Federal, biryara fermî gihand Ayata. Lê di encama îtîraza Ayata de Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê ji ber ku pêkanînê dadgehan bypass dike û ji ber ku li dijî hiqûqêye rexne kir û ji ber ku azadiya ramanê bi temamî binpê dike jî, ev biryar hiqûqî betal kir. Dîwana dadgehên îdarî ya li Mannheimê jî ev biryar erê kir.
Bi vî rengî qanûneke ku weke amûreke dij-demokratîk a li dijî azadiyê sereke li dadgehan şikest. Niha jî hikûmeta federal bi rêya wezareta karê hundir hewl dide pêkanîna vê paragrafê hişktir bike û ji bo eyaletan jî bicihanîna wê hêsan bike. Hikûmeta Federal dixwaze vê paragrafê bike şûrek li dijî azadiya xweîfadekirinê û îfadekirina hizr û ramanê.