Girtiyên zindanê û gelê Kurd bi mesaja xwe li hemberî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û operasiyonên li Kurdistanê bi ketine çalakiya birçîbûn ya bê dem û dorveger didin. Ev mesaj gelekî gêring e û tê xwestin ku êdî sala 2012’an ji bo gelê Kurd bibe sala çareseriyê. Ji bo vê yekê gelê Kurd mirinê jî dide ber çavan. Piştî hemû hêviyên demokratîk û çareseriyê, gelê Kurd gelek berxwedan kir, lê belê siyaseta dewletê ji bilî girtin û operasiyonan tiştek bi xwe re ne anî. Îro jî em dibînin ku parlementera AKP’ê ku li ser xwîna kurê xwe siyasetê dike û tevî ku ne hatibû hilbijartin li ser kursiyê parlementerê BDP’ê yê ji aliyê gel ve hatibe hilbijartin runiştiyê û ji xwe fedî nake, dixwaze dest bavêje şaredariyên BDP’ê. Ev jî siyaseta dewletê ye, ku xwîna zarokan li hemberî gelê Kurd bikar bîne.
Gelê Kurd Roboskî û Geliyê Teyare ji bîr nekiriye! Ji bo wê gelê Kurd êdî bi grêva birçibunê ya dem dirêj destpêkiriye û mesaja xwe ya dawî dide. Êdî kêr gehiştiyê hestî û sebra gelê Kurd nemaye. Di dûnyayê de mînakên mîna Tirkiyeyê tûnene. Li Tirkiyeyê rewşa siyasî di demekê kin de, diguhare siyaseteke diktatorî. Ev mînak jî, di rojên dawî de bi siyaseta tê meşandin xwe nîşan dide.
Niha parlementerên BDP’ê li zindanê di rojiya mirinê de ne. Û zêdeyî 400 girtiyên siyasî jî di birçîbûnê de ne. Lê dewlet hêjî bêdenge. Ev zêdeyî 13 rojin gelo çima mesaja girtiyên siyasî nayê guhdar kirin?
Dewlet çavê xwe digire, lê girtiyên siyasî bi berxwedana xwe li zindanê rûpelekî nû dinivîsinin û wê bêdengiya dewletê biguherînin. Dîroka gelê Kurd a herdem bi berxwedanê hatiye nivîsandin û wê di sala 2012’an de çareke din bi berxwedana zindana were nivîsandin.
Îro li gelek bajarên Kurdistanê jî çalakiyên birçîbunê hene. Bi van çalakiyan jî xwuya dike ku mesaja demê zelal e: Sala 2012’an dê bibe buhara Kurdan.
Îro herkes dibêje hetanî buharê wê gelek tişt diyar bibin. Ez jî dibêjim ku şîara demê ev be; „Bi buhara Kurdan, berxwedaneke bi heybet ji bo çareserkirina pirsgerêka Kurd û azadiya hemû girtiyên siyasî.“
Ji bo wê jî, gerek gelê Kurd çalakiya xwe ya birçîbunê berfireh bike, xurtir bike û zêdetir xwedî li îradeya xwe derkeve. Pêwiste çalakiya birçîbûne ya li Ewropayê ya di 1’ê Adarê de destpê dike jî di heman astê de were meşandin û gel li çalakvana xwedî derkeve. Her wiha bi mesajên xwe yên girîng wezîfeyên saziyên Ewropayê bibîra wan bînin. Çalakiyên hevdeng ên li girtîgeh, bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê û hevdem bi wan re li Ewropayê dê hêzên pêwendîdar neçarî tevgerê bike. Heya kengî dewlet dikare bêdeng be li hemberî daxwaziyên çalakvanên grêva birçîbûne?
Dilê min bi hemû hevalên di grêva birçîbunê de ne re ye û ez wan sîlav dikim....
Bi taybet vekîlên me Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Îbrahîm Ayhan silav dikim û ji wan re dibêjim ku têkoşîna we tekoşîna gelê Kurd e. Berxwedana zindanê berxwedana gelê Kurde. Azadiya we azadiya gelê Kurde.
Em li benda te ne, buhara Kurda bi dengê te emê govenda azadiyê bigrin.....
Silav ji berxwedana zîndanê re