Nêzî 7 hezar kes tevlî meşê bûn ku KCD, HDK, SYKP, ATÎK, DÎDF, Platforma Bawermendên Mezopotamya, Dîe Lînke, DKP, MLPD, SAV, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê jî di nav de gelek saziyên Kurd û Elman û saziyên cuda pişgirî danê.

Xwepêşandan li meydanê Alexander a navenda bajêr kom bûn, pankarta “Bêdeng nemînin, ji şerê li Kurdistanê re bêjin na” hilgirtin û meşiyan. Li cihê kombûyînê Profesorê Zanîngeha Berlînê Alex Demîrovîx axivî û got, dewleta Tirk hempîşeyên xwe yên ku aştiyê dixwazin rastî fikarên mezin anî û divê zanyar, li dijî vê bibin yek.

Di meşê de slogana “Merkel piştgirî dike, Erdogan bombebaran dike” bal kişand ser xwe. Li ser rêya meşê li pêşiya avahiya Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê girseyê çalakiyeke demkurt a rûniştinê li dar xist û polîtîkayên hikûmeta Merkel protesto kirin.

Li vir Serokê NAVDEM’ê Yuksel Koç axivî û piştgiriya dewleta Elman a ji bo dewleta Tirk şermezar kir, got: “Em soz didin şehîdên berxwedana Cizîr û Sûrê, em ê girêdayî têkoşîna wan bin û wê bigihînin serkeftinê.” Koç di heman demê de jî avakirina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan jî silav kir.

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke û ji Komîteya Pişgiriya Kurdistanê Nick Brauns bazirganiya qirêj a li ser koçberan a di navbera Merkel û Erdogan jî şermezar kir.

Çalakî li Potsdamer Platzê vegeriya mîtîngê.


Li Fûara Tûrîzmê YXK´ê tûrîzma Tirkiyê protesto kir

Li Berlînê dawiya hefteyê li Bwerlînê çalakiyeke din hebû ku Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) organîze kir. Fûara tûrîzmê ya Navneteweyî ya bi destê ITB Berlîn di navbera 9 û 13’ê Adarê de hat lidarxistin û nûnerê tûrîzmê yê Tirkiyeyê beşdar bû. YXK Berlînê ji bo protestokirina Tirkiyeyê û boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê çalakiyek li dar xist.

Ev fûara tûrîzmê ya herî mezin a cihanê ku ji 2010’an û vir bi awayekî fermî welatê sponsor Tirkiye ye, ji aliyê xwendekarên YXK´yî ve hat protestokirin. Xwendekaran li pêşiya avahiya fûarê dirûşmeyên “Hûn li Tirkiyeyê di betlanê de ne? Hewayek bi bombeyî heye” gotin, dezgeheke agahdariyê danîn, wêneyên sektora tûrîzma Tirkiye boykot dikin, hilgirtin. 

Di çalakiyê de xwedekaran bal kişand ser qetlîamên hov ên rejîma AKP’ê ên li Kurdistanê. Xwedekaran anî ziman ku her kesê li Tirkiyeyê ji bo betlanê diçe Tirkiyeyê, piştgiriyê dide şer û li dijî mafê mirovan tevdigere; ji ber vê jî YXK´ê banga boykotkirina sektora tûrîzma Tirkiyeyê kir. 


Li Salzgitter û Munsterê çalakî

Komkujiyên çeteyên dewleta Tirk li bajarên Elmanya Salzgîtter û Munsterê jî hatin çermezarkirin. 

Li bajarê Elmanya Salzgîtterê, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê bi çalakiyekê hat silavkirin û komkujiyên çeteyên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Am Monûmentplatzê hatin cem hev, dest bi meşê kir. Çalakger piştî meşa li nava bajêr, li cihê destpêkirina meşê vegeriyan û li vir mîtîngek pêk anî. Di axaftinên li vê derê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin.

Li bajarê Elmanya Munsterê, bi navê ‘ji bo aştiyê dest bidin hev’ xeleka ji mirovan a enterasyonalîst hat çêkirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Munsterê ve hat organîzekirin û komên çep ên Elman, Odak û Komeleyên Elewiyan destek da çalakiyê. Çalakiyê saet di 15:00 de ji stasyona trenê ya Munsterê bi meşê destpê kir. Di meşê de xelekek ji mirovan ve hat çêkirin. Çalakger heta navenda bajêr meşiyan. Di dema meşê de li ser komkujiyên li Kurdistanê belavok hatin belavkirin. 


 BERLÎN/SALZGÎTTER/MUNSTER