Şêniyên navçeya Cindirêsê ya bi ser Efrînê ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê çûn ser xeta sînor û Saziya Malbatên Şehîdan a Taxa Şêxmeqsûd jî di bin êrîşên topên çeteyan de kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin.

Şêniyên navçeya Cindirêsê yê gundê Hemamê doh di nava sermayê de ji bo piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê çûn ser xeta sînor.  Şêniyên gundê Hemamê li ser sînor alên Kurdî û pankartên silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê hildan û durişmeyên “Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê” bê navber gotin.


Di bin êrîşan de Bakûr silav kirin

Saziya Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd jî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê Bakurê Kurdistanê şermezar kir. Saziya Malbatên Şehîdan bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk li hemberî gelê Bakûrê Kurdistanê û got, “Serkeftinên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li xweşiya rejîma Tirk neçû, lewma wan li Bakurê Kurdistanê dest bi êrîşan kir û komkujî pêk anîn.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku YPG/YPJ’ê ji bo gel ji êrîşên çeteyan biparêzin li tevahiya Rojavayê Kurdistanê bedelên giran dane û wiha hate gotin: “Sala 2016’an wê bibe sala bidawîkirina şer û rijandina xwînê, her wiha rê li ber avakirina Sûriyeya demokratîk veke.” 


 EFRÎN/HELEB