Naveke bi raz wek naverokên helbestên di nava sînga wê de. Dema mirov li bergê vê berhema helbestan dinêre, dibîne ku erdê ji hesreta av û baranê terikî zarezar e, li ber dîlana ba û toza li hewa direqise. Wekî çarenûsa netewa kurd tenê ji silav û wîjdana êş, keser û toza xenikok re maye. Berê baxê Îrema bihuştê bû ev der... Hûriyan „Waş û Kanî“ gotibû. Tev de hêşînahî, avî û xaka jiyanê. Lê lêhêwirîn wehşên çolistana ereb û moxolan; tevde sotin, ruxandin, wêran kirin, guhezandin Silavgeha tozê. Belê navekî wisa bi wate. Ev nav bi serê xwe helbesteke kûr û bi hest dagirtî, dîrokeke di nava wehşet û xwînê de fetisî, Zêmareke bi êş û axînan pêçayî, romaneke dirama janê bi mirovan dide hîskirin.

Ev navê xweş û wate dagirtî navê berhema helbestan ya Ziwêr Hetman e. Rêzdar Ziwêr di 05.12.1963 an de li Tilxatûna girêdayîyê navçeya Tirbespiyê hatiye dunê. Ji ber zulma dagirkeran xwendina xwe di nîvî de dihêle, êş û axîna „Silavgeha Tozê“ di kuncikê dilê xwe de vedişêre û berê xwe dide xerîbiyê. Li biyabana Ewropa êşê bi êşê dide kewandin. Ji ber vê kewandina êş bi êşê, tevziyên dil pêsîra wî bernade û navê berhema xwe ya yekem; „Tevzînokên dil“ (Helbest 2005) datîne. Demekê ji ber dijwariyên der û dertûlên welatê biyanî bê hêvî dimîne û navê berhema xwe ya duyem jî „Destpêka Dawî“ (Helbest 2012) datîne.


Çend mînak

Di helbesta yekem „Silhebûn“ ê de zimaneke felsefîk diceribîne: „Hebûna ku ji hebûnê reviyayî, /hebûna ku navê xwe daqurtandî /û xwe di nav destanên șewitî de veșartî, /rûpelên êșê bi ser xwe de tewandî ...“

Bê guman keser varozkirina bestê bîra helbestvan e. Di helbesta „Keser“ ê de, êşa giyanê wiha direşîne: „Rojeka xemgîn, /ji sersotikên bêzariyê dil xûz bûbû, /ewrekî  xemgîn û tijî keser /herikî bînahiyên çavên min, /di zeviya hișê min de, ala kederan li ba kir.

Herdem hevparê birînan heval in, ji hevalê giyana xwe re van rêzan direşîne: „...Hevalo! /Pirsên bêbersiv /Di dîwanxana mejî de civat vegirtin e, /em nema zanin pirsên kîjan qonaxê hișiyar bikin /û tevna kîjan demê bihûnin, /birîna kîjan xwekuștinê binixumînin /û kîjan axînê bihednînin...“

Helbesta li ser şehîd Silava bi van rêzan tê neqişandin: “...Silava, /stêra ezmanê ṣoreṣvaniyê, /nobedara ṣev û rojên azadiyê, /te neqiṣand nama pakrewaniyê, /tu bûyî silavgiha sorgulên Efrîn û Serêkaniyê...“

Tê zanîn ku evîn xwîna helbestvaniyê ye, dema platonîk be hê bi raztir e. Ji Helbesta „Pepûla hêviyan“: „...Şoxê! /xwezî dilê te li peravên xwe  /pêşwaziya min kiriba, /min bi keleka eşqê /di deriya dilê te de melevanî bikra...“

Ma wêje û helbest bê Kobanî dibe? Ji helbesta „rûmeta Hebûnê“: „...tu hêzek ji cergê gel î, /tu rohniyek ji tîrêjên rojê yî, /tu eniyek ji agirê dojê yî, /bi ҫalakî li ser sînga sozê yî, /bi hișmendî tu rêbera dozê yî, /bi dilsozî tu fedkara eșqê yî, /tu Edûl î bûka azadiyê yî, /tu Kobanî û kehniya jiyanê yî.“

Bêguman aliyên divê werin rexnekirin jî hene, lê ez ne rexnegirê helbestê me. Berhemeke hêjayê xwendinê ye, ji ber vê rastiyê jî li rûpela pêşîyê ev têbiniya min heye: „Helbestên birêz Ziwer bi ramanên kûr dagirtî ne, her yek çêja çîrok û romanekê bi mirovan dide rabihîstin.“


Nasnameya Berhemê

Navê berhemê: Silavgeha Tozê 

Helbestvan: Ziwêr Hetman

Weşanên Ar, Îlon 2015