Heqîqeta gerdûnê êdî berovajî fikrên ku dibêjin mirov dimire ewqas bi înad ber bi jiyanê ve dibeze ku ti serdemekî de bi qasî vê demê mirovan ewçend şerê jiyan û mirinê bihevre nebirine serî. Her çiqas kalîteya jiyanê dikeve û kêm dibe, êdî mirin jî bêwate û ewqs bihêsanî diqewime ku mirov ne dikarin kalîteya jiyana xwe bibin jor û ne jî pêşî li vê mirina bêwate bigirin. Di encam de herdu jî gelekî bêwate dibin. Dibe ku gelek kes êdî bi dîtina vê encamê deftera gelek wateyên jiyanê bigirin û pişta xwe bidinê û xwe bispêrin cihana sanayî û nerast.
Di cihanek bi vî rengî de dema mirovên ku hem jiyana wan û hem jî mirina wan bi wate dibe, wek bûyer û keşfeke nû di cihana mirovên îroyîn de pîroz tên dîtin. Û herkes careke din vê pirsê li xwe dike, gelo jiyan ewqas biwateye ku mirovek wusa bi heyranî ji bo wê dimire. Ev fikir di merasima bîranîna sê jinên kurd ên ku li Parîsê hatin qetilkirin, dihate hişê min.
Li Silêmaniyê wek gelek bajarên din ê başûrê Kurdistanê mixabin li gel ku xezîneya wêje, hest û heqîqetê di xwe de veşartiye lê hinek bi zorê dixwazin çavê wê girê bidin, bi desta bigrin û hêdê hêdî ber bi lêva zinarekî bê binî ve bibin. Lê hêjî li ber xwe dide cewherê rastîn ê hebûnekî. Ew mirovên di vê salonê de komekin ji bermahiyên hestên veşartî yê bajarê Silêmaniyê. Hatine ji bo sê jinên şoreşger mûmekî pêxin. Mirina ku di fikrê gelekan de wek dawiya jiyanê bû, ew ji jiyana derewîn qut kirine û xwe gihandine vê salonê. Bi merax û şaşo maşo li wê rastiyê digerin.
Mirovên Silêmaniyê li Sakîneyê digerin. Weke ku jiyana xwe dîtine, jiyana ku bi salan di Enfal û komkujiyan de wenda kiribûn. Hêjî siya tirsa mirina ruhî û fîzîkî li ser serê wan digere lê di rûyê jinek porsor de tirsa mirinê nabînin, ji bo wê xwe dispêrin ber dergahê wê. Hemû dixwazin vê rojê mûmekî ji wê û hevalên wê re pêxin, di ber de jî hêdîka hêviyên xwe yên jiyanê jê re vedibêjin. Bêguman mirinekî jiyanek nekuştiye berovajî bi mîlyonan kes bi xwe re daye jiyîn.
Û çavên şaşmayî li benda hatina jineke Kobanê ne ku ji destpêka berxwedana Kobanê heta îro ticaran ew bajar bi tenê nehiştiye û hertim li wir bûye. Herkes Ayşe Efendî gelekî baş nas dike.
Dema dikeve salonê, herkes li ber radibe û li ser piyan disekine heta ew cihê xwe bigire û destê zarokên biçûk hêj li hewaye û pêwîst dibînin ew jî bi vê çalakiya biçûk hestên xwe parve bikin. Nas bikin nekin, herkes dizane ji Kobanê hatiye û xelata li ser navê Sakîne Cansiz heq kiriye. Êdî mirovên vê bajarê bawer dikin ku jiyan li Kurdistanê namire. Di çavên Sara, Rojbîn û Ronahî de jiyanê li ser birca herî bilinda a bajêr hêlin çêkiriye. Ji bo wê ji kêfxweşiyan bihevre rondik dibarînin. Dengê dayîka Şerwanê şehîd ku diqêre û dibêje ‘Silêmanî min ji we re silavên Miştenûrê aniye!’ dil aram dike ku jiyan li Kobanê namire.
Çi seyre! Îro her tişt, her gotin di rojeke wusa xayînane de behsa jiyanê dike. kes li vir behsa mirinê nake êdî, ji ber li ser hemû dîwarên vî bajarê wêneyên Sakîne û hevalên wê hene. Li vî bajarî Kobanê behsa qehremantiya xwe dike, ma êdî mirin diwêre li deriyê vî bajarî bide. Ji wê ye ku çavê mirovên di vê salonê de şewqek tê de heye, stêreka jiyanê di çavê van mirovan de diçirûske, ji bo bin xistina mirinê. Silêmanî careke din vedigere ser koka xwe, li gel ku gurên har li çar aliyan lingê xwe di berfê de çikandine û li benda nêçîra hestên mirovên vî bajarî ne. Silêmanî qet wek salên berê nîne, êdî lingê mirinê li ser sînga xwe rakiriye, dema çav li nav çavê Sakîneyê dikeve û jinên vî bajarî di çavên xwedavenda jiyanê de li pey jiyana azad dibezin.