MÛRADA KENDA

ANHA/QAMIŞLO

Weşanxaneya Şilêr bi armanca zêdekirina hejmara xwendevanan bi 130 pirtûkan beşdarî pêşangeha pirtûkan bû û rêveberê Weşanxaneya Şilêr Rêvan Mehmûd diyar kir ku xwendevan herî zêde pirtûkên dîroka Kurdî dixwînin.

Pêşangeha pirtûkan a bi navê Şehîd Herekol li bajarê Qamişlo li Hola Zana bi bernameyên xwe dewam dike. Di nav bernameya pêşangeha pirtûkan de semîner û nîqaşên maseya gilover jî cihê xwe digirin. 30 hezar pirtûk li pêşangehê tên pêşandan. Di nava pêşangeha pirtûkan de gelek weşanxane jî bi berhemên xwe gihîştin xwendevanan. Weşanxaneya Şîler jî yek ji wan weşanxaneyan e.

Weşanxaneya Şilêr beriya sal û nîvekê li bajarê Qamişlo li taxa Xerbî hat vekirin. Weşanxane bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî pirtûkan çap dike. Xebatkarên weşanxaneyê 3 kes in. Weşanxane xurtkirin û bipêşxistina çanda xwendinê armanc digire.

Par 30 îsal 130

Weşanxaneya Şilêr 2 sal e beşdarî pêşangeha pirtûkan a bi navê Şehîd Herekol dibe. Sala çûyî bi 30 pirtûkan beşdar bû. Îsal jî bi 130 pirtûkan cihê xwe di nav pêşangehê de girt. Roman, helbest, çîrok, siyaset, jineolojî, parêznameyên Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîrok, wêje, lêkolîn, şano, muzîk, pendên Kurdî, nirxandin, rexne, pirtûkên zarokan, ferheng di nav cureyên pirtûkên weşanxaneya Şilêr de cih digirin.

Rêveberê Weşanxaneya Şilêr Rewan Mehmûd diyar kir ku pêşangeh hejmara xwendevanên rojavayê Kurdistanê zêde dike.

Jin bo ku berhem bigihîjin xwîner

Rêvan Mehmûd diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê gelek berhemên nivîskaran ji ber kêmbûna weşanxaneyan di hêla çapkirinê de qels bû û wiha pê da çû: “Piştî ku me weşanxane vekir, berhemên nivîskaran zêde bûn. Xwesteka me ew e ku berhemên nivîskaran bigihîjin xwîneran.”

Weşanxaneya Şilêr heta niha 130 pirtûk çap kirine. Li derveyî Rojavayê Kurdistanê li bajarên Ewrûpa û Misrê jî pirtûkan ji bo çapkirine bi rê dikin. Weşanxaneya Şilêr, pirtûkan bê pere çap dike.

Elaqe ji dîrokê re heye

Rêvan Mehmûd anî ziman ku beriya pêşangeh û xebatên xwendinê dest pê bikin, çanda xwendinê li Rojavayê Kurdistanê qels bû û wiha peyivî: “Piştî ku pêşangeh û xebatên xwendinê dest pê kirin, berhem derketin holê. Gelê Rojava di milê xwendine de bi pêş ket. Xwîner li gorî pêwîstiya xwe pirtûkan dixwînin. Her wiha pirtûkên ku herî zêde tên xwendin, ên li ser dîroka Kurdan in.”

Rêvan Mehmûd herî dawî got, armanca wan ew e ku sala bê bi 200 pirtûkan beşdarî pêşangehê bibin.