Li navçeya Êlihê Sasonê, Şilêran Zozanên Şilekê xemiland. Welatiyên ji bo seyranê diçin Zozanên Şilekê, piştî rêwîtiyeke zor û zehmet, pêşî çav bi bedewiya zozan, çiya û şilêran dikevin.

Ji ber ku di nava 20 salên dawiyê de bereketa şiliyê îsal ya herî zêde bû jî vê bedewiyê kirasekî bêhtir xemilî li xwe kir: Gelek nebat, gul û kulîlkên rengîn çiya û zozan xemilandin. Li zozanên bilind ên Çiyayên Sasonê, şilêr, xecxecok û kulilkên cuda mêvanên xwe bi reng û bêhna xwe pêşwazî dikin. Şilêr li Çiyayên Mereto, Helkis, Sason û Singuturê Gulanê de kulîlkan vedikin. Zozanên Şilekê yên li Çiyayên Sasonê, li bilindahiyeke 2 hezar û 500 metre yî ne.

 

 MA / ÊLIH