Di çerçoveya kampanya îmzeyan a “Ji bo aştiyê ji Ocalan re azadî" ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 2014'an de hatibû destpêkirin bênavber dewam dike. Li navçeya Silopî ya Şirnexê ku li gor serjimara fermî 121 hezar û 110 nifusa wê heye 78 hezar û 970 îmze hatine komkirin. 

Li gorî vê heke mirov hejmara esker û polîsan jî li ber çavan bigire, ji bilî wan welatiyên navçeyê hemûyan destek daye kampanyayê. Li navçeyê kampanya bi dawî bû. Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Silopiyayê Yunus Tuncay, der barê mijarê de agahî dan û got, di çerçoveya kampanyayê de hedefa wan 70 hezar îmze bû, lê piştî ji vê hedefê bihurîn jî, li navend, bajarok û gundan jî bi şev û roj xebitîn û ev hejmar zêdetir kirin.  Tuncay li ser mijarê wiha peyivî: "Di kampanyaya îmzeyan a ji bo birêz Ocalan de em ji hedefa ku me danîbû pêşiya xwe bihurîn. Îmzeyên hatine komkirin jî ji komisyonê re hatiye ragihandin. Her çiqas li navçeyê kampanya bi dawî bûbe jî, em ji bo azadiya birêz Ocalan tiştê bikeve ser milê xwe,amade ne bikin." 


Cizîrê azadî ji Ocalan re xwest  

Li navçeya Şirnexê Cizîrê, mîtînga "Ji Ocalan re azadî" bi pêşengiya rêxistina HDP'ê û DBP'ê ya navçeyê doh pêk hat. Mîtîngê li Qada Çarkendal a li Taxa Sûrê, danê sibehê bi beşdariya bi hezaran kesê  dest pê kir. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên endamên PKK'ê, HPG'ê, YPG'ê û YPJ'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dayî li meydana mîtîngê hatin daliqandin. Meydan bi alên PKK'ê, KCK'ê, YPG'ê, YPJ'ê û ala PKK'ê yên mezin hat xemilandin.  Pankartên binivîsên "Em şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav dikin", "YDG-H birêxistin dibe meydan azad dibin", "Em ax, av, enerjî û kolanên xwe komîn bikin, jiyana azad saz bikin" bal kişandin ser xwe. 

Meydana mîtîngê ku jinan bi cilên xwe yên gelerî, ciwanan jî bi cilên di nava gel de tê gotin "eskerî" tijî kirin, bi coşeke mezin, çepik, tilîlî û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG'ê û YPJ'ê" hatin gotin. Mîtîngê bi sirûda "Ey Reqîp" û rêzgirtinê dest pê kir. Di navê de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevşaredarê Cizîrê Kunur, Hevserokên HDP'ê û DBP'ê ya Cizîrê Alî Akdenîz, Mesût Nart, MEYA-DER, NÇM, KURDÎ-DER, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn.


Cizîr bi yek dengî Kobanê silav dike

Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Cizîrê Mesût Nart axaftina destpêkê kir û ji ber sekna wî ya bi rûmet, gelê Cizîrê silav kir. Nart da zanîn ku gelê Cizîrê serê têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet wê bikşîne. Piştre, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Semîre Orûç jî, gelê Cizîrê silav kir û destnîşan kir ku ciwan û jinên Cizîrê îro bi rihê berxwedana Rojava ji bo azadiya Ocalan seferberî îlan kiriye. Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê Salîh Gulenç jî, bal kişand ser berxwedana Kobanê û wiha peyivî: "Gotin 'Kobanê ha ket ha ket'. Lê piştî bi mehan tiçtek ket, lê ne Kobanê ket, yê ketî Erdogan bixwe bû, AKP bixwe bû. Kobanê bi sekna xwe ya birûmet li ser piyan e. Vaye Kobanê, vaye Cizîra Botan li vir e, gelê me li vir li meydanê ye, têkoşîna azadiyê didomîne. Herikandina bi eniyê ve didomîn e. Hemû cîhan Kobanê û gelê kurd diaxive."


Jiyana azad bi azadiya Serokatiyê mumkin e

Paşê parlemanterê HDP´ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî û got, ji ber şerê li Kobanê navçe hilweşiyaye, ji bo navçeyeke nû, jiyaneke nû xebatên jinûve avakirin hatine destpêkirin. Sariyildiz da zanîn ku gelê Kurd çawa şerekî serketî kir  wiha jî wê ji bo ji nû ve avakirinê bi ser keve. Sariyildiz, got, jiyaneke azad bi tenê bi azadbûna serokatiyê  mumkin e û weha peyivî: "Ji bo pêvajoya çareseriyê bi erênî biencam bibe, divê pêşî şert û mercên birêz Ocalan bên sererastkirin û azad bibe." 

Sariyildiz di biwara qirkirina siyasî de jî weha peyivî: "Li hemberê ciwanên me êrîş pêk anîn. Di nava mehekê de 5 ciwanên me qetil kirin. Şehîdê me yê herî dawî jî Nîhat Kazanhan ê 12 salî bû. Niha dibêjin xendekan bigirin. Me dest bi girtina xendekan kir lê bi vê re jî divê gel û ciwanên me ji bo jiyaneke azad têbikoşin. Dema serdegirtina malekê çêbû divê hemû gelê me ber bi wê malê ve bimeşe. Divê em nehêlin polîs ciwanên me binçav bikin. Divê em rihê berxwedana Kobanê bi rihê berxwedana Cizîrê re bikin yek û ji bo jiyaneke azad têkoşin."


Li Dîdîmê 5 hezar îmze

Li navçeya Aydinê Didîmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 5 hezar îmza hatin komkirin. Rêxistina HDP'ê ya Dîdîmê têkildarî kampanyaya îmzayan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, wan 5 hezar îmza komkirin e,  welatiyên biyanî yên li Dîdîmê jî piştgirî dane kampanyayê. 


 ŞIRNEX / AYDIN