Nivîskarên ji Rojhilatê Kurdistanê, li ser mijara serhildana Simko panelek bi sernavê “Serhildana Simkoyê Şikakî” li Enstîtuya Kurd li Stockholmê lidar xistin.

Enstîtuya Kurd li Stockholmê, ji bo raperîn û serhildanên Kurdan binirxîne û girîngiya van ji bo bide fêhmkirin, biryar da hin çalakiyan lidar bixe. Ya destpêkê jî di dawiya vê hefteyê de hat lidarxistin. Ev panela li ser serhildana Simko bi sernavê “Serhildana Simkoyê Şikakî” hat pêk hat.

Nivîskarên ji Rojhilatê Kurdistanê Dr. Husên Xeliqî, Prof. Cebar Qadir, Ebdullah Hîcab, Kakşar Oremar û Mecîd Heqî şert û mercên serhildana Simko, karakterên wê û bandora vê serhildanê li ser welatên herêmê û gelê Kurd nirxandin.


Dibistan vekir û rojnameyek derxist

Ebdullah Hîcab li ser cih û girîngiya serhildana Simko di dîroka neteweyî ya Kurd de axivî û anî ziman ku ev serhildan îro roj jî ji aliyê dijminên Kurdan ve weke îsyaneke eşqiyayî tê nîşandan û reşkirin. Hîcab da xuyakirin ku serhildana Simko ji bo nasnameya neteweyî ya Kurdan gelekî girîng e û got: “Ji ber ku Simko (Îsmaîl Axa) di nava 4 salan de li herêmê hem dibistan vekir hem jî rojnameyek derxist. Kurdan, Azeriyan, Cihûyan û Asûriyan ew herêm bi hev re bi rê ve birine. Armanca Simko netewe dewletek bû. Di destpêkê de projeyeke wî ya bi vî rengî tinebû, lê sala 1918’an nêrîna avakirina dewleteke Kurd pê re peyda bû. Di dîroka neteweya Kurd de gava destpêkê ya ji bo avakirina dewletê, di sala 1918’an de hat avêtin.”


Der barê wî de karekî akedemîk nîne

Hîcab bi bîr xist, ku Îranê Simko sûcdar dikir ku bi Dewleta Osmanî re hevkarî kiriye, lê ev sûcdarî bê bingeh e, ji ber ku dayik, hevjîn û xizmên Simko ji aliyê Osmaniyan ve hatine kuştin. Hîcab got, “Heta niha bi tenê dijminan li ser Simko nivîsandiye, ew reş kirine. Mixabin rewşenbîrên Kurd li ser vê tevgerê karekî akademîk nekir. Ev yek ji bo me kêmasiyeke mezin e, ku divê were çareserkirin.”

Wî leşkerên Îranê ji herêmê derxistin

Kakşar Oremar jî sîstema perwerdeyê ya ku Simko li Ûrmiyeyê û rojnameya Kurd, vegot. Oremar da xuyakirin, ku Simko rojnameyeke bi zimanê Farsî û zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî derxistiye û di vê rojnameyê de bersiv daye îdîayên Îranê yên ku ew sûcdar dikirin. Oremar anî ziman ku yekemîn dibistana seretayî ya bi Kurdî di 27’ê Cotmeha 1913’an de ava bû û got: “Saziyeke perwerdeyê bi navê handanî hat avakirin. Sala 1922’an rojnameya Kurd hat çapkirin. Di wê demê de nîvê Rojhilatê Kurdistanê di destê Simko de bû. Leşkerên Îranê ji herêmê derxistin. Li dijî Îranê di şer de serketî bû.”


Avabûna hişmendî 

û nasnameya neteweyî

Oremar anî ziman ku li Rojhilatê Kurdistanê Simko pêşengî li avabûna hişmendî û nasnameya neteweyî ya Kurd  kir û ragihand ku ji ber vê yekê dewleta Îranê li dijî Simko dest bi kampanya reşkirinê kir.

Oremar da xuyakirin, ku li Rojhilatê Kurdistanê berê gelek serhildanên Kurdan çêbûn û wiha dewam kir: “Lê ya herî girîng serhildana Simko ye. Piştî ku birayê wî sala 1905’an hat kuştin, wî dest bi çalakiyên hilanîna tolê kir û bi demê re ev veguheran serhildanê.”


Mercên avakirina partiyan tunebû

Prof. Cebar Qadir jî di axaftina xwe de qala têkiliyên Kurdan, Asûrî-Suryanî, Yahûdî û Ermeniyan kir û got, Rûs û Ingilîzan ev têkilî ji bo bikaranîna hindikahiyan ji bo xwe bi kar anîne. 

Mecîd Heqî jî da xuyakirin ku di dema desthilatdariya Simko de li Rojhilatê Kurdistanê çînên modern nebûne, lewma mercên avakirina partiyeke Kurd jî tinebû û anî ziman ku tevî ku gelê Kurd bi hesreta avabûna Kurdistanê bû, zemîna vê yekê hingî tinebû.

Dr. Husên Xelîqî jî diyar kir ku ji bo serketina Kurdan divê ji serhildana Simko û serhildanên din ders bê derxistin û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de lazim e tevgerên Kurd yekîtiyeke neteweyî biafirînin.

MÛRAT KÛSEYRÎ

ANF/STOCKHOLM