Ji ber gelek sedemên taybetî dîroka siyasî ya her netewekê xwedî girîngiyeke taybetî ye. Ji ber ku jiyan û mirina miletekî, jiyan û heta ji navçûyîna welatekî, çêbûna hêzên nû û pêwendiyên siyasî bi wan re, tenê bi xwendina dîroka siyasî re mumkun e.
Şoreşger û rêberê mezin Simkoyê Şikakî di serdemekê de dest bi bizava xwe ya siyasî kir ku di Rojhilata Navîn da guherandinên mezin çêdibûn. Wî xwest ji wan guherandinên ku li cihanê çêdibûn, sûdê bistîne û di nava sinorên axa welatê xwe de dewleteke Kurdî îlan bike. Hingî hemû netewên ku li pey hilweşîna Împeratoriya Osmanî xwe azad didîtin, bi şev û roj dixebitîn ku bibin xwedî ‘welatekî serbixwe’. Kurdistan jî mîna gelek welatên cÎran xwedî civakek paşdemayîbû. Hingî li Kurdistana mezin feodalîzim di pileya xwe ya herî bihêz de bû. Li pey têkçûna serhildanên weke şoreşa Şêx Ubeydulahê Nehrî û beriya wê jî bizava Emîrxanê Lebzêrîn, xebat û têkoşîna Simkoyê Şikakî xwedî wateyeke dîrokî û pir jî sûdmend e.

Hurmeta li hemberî wî
Sal 21’ê hezÎrana 1930’an bû. Wê rojê dewleta Îranê bi xapandinên xwe yên her carê, xaleke din a reş di rûpelên dîroka xwe ya tije teror û kuştin de, tomar kir. Rûreşiya ku ji serdema Sefewî û Qacariyan dest pê kiribû û Riza Pehlewî da ser şopa wan û rayedarên îro yên ‘komara wehşeta Îranê’ jî bêtir ji wan wê rêça qirêj didomînin.
Simko wek rêberekî xwedî karîzma, siyasetmedar û rewşenbîr ji sala 1927’an û pê de bi riya dewleta Îraqê û navbeynkariya hinek kesayetiyên Kurd li riyekê digeriyan ku bi hinek şertên li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi rayedarên dewleta şahenşahî re li ser masa hevdîtinan rûne. Çend sal bû ku bi riya şandina nameyên dualî ew di halê muzakereyên siyasî da bûn. Çimkî hingî di piraniya şerên ku Simko li dijî Artêşa Îranê dimeşandin, aliyê Kurd serkeftî bû. Ji hêla din jî Simko bi hêza xwe ve di nava Kurdên Başûrê Kurdistanê da xwedî rêz û hurmeteke taybetî bû. Kurdên Barzan, Rewandiz û Silêmanî hurmeteke taybetî jê re rave dikirin.

Bandora wî ya ser eşîran

Di wê bizava dîplomatîk da wî gelek bi hişyarî pêngav davêtin. Çimkî wî baş dizanî ka ji çaxê serhildana Kela Dim-Dim heya serhildana Nehrî, şoreşa Simaîlxanê Mezin û serhildanên din, siyaseta Îranê li hemberî doza Kurdistanê çi bûye û çiqas di gotin û kiryarên xwe da semîmî bûne. Wî ji bîr nekiribû ka çawa birayê wî Cewer Axa bi destûra welîehidê Îranê ji hêla Nizam Elseltene ve hate dewetkirin û li Tebrêzê bi nemerdî hatibû kuştin. Wî çîroka jiyana kal, ap û bavê xwe teva dizanî ka bi çi şîweyên dûr ji pirensîpên exlaqê siyasetê, ji hêla rayedarên Îranî ve hatibûn kuştin.
Wî di mercên dijwar yên siyasî-civakî da karî konferdrasiyeneke bihêz ji eşîretên Kurda pêk bîne û tev kirin hêzeke mezin ku bikarîbe mîna netewên din Kurda jî bigehîne mafên wan yên siysî, civakî û aborî.

Xebatên ji bo çandê
Pareke girîng ji temenê Simkoyê Şikakî çalakiyên wî yên siyasî-çandî ne ku bi vê re hemû daxwaza wî ew bû ku wê kesayetiya sivkibûyî ji mejî û rihê Kurda derxîne. Wan salan li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî Kurd di pêvajoya bişkivîna kar û xebatên çandî, civakî û siyasî de derbas dibûn. Ji ber wê jî Simko xwest ji wan derfetên zêrîn feydê bistîne û bi hemû îmkanên xwe hevkarî da rewşebîrên mîna Ebdulrezaq Bedirxan û Mela Mihemed Turcanîzade ku di karê weşandina kovara ‘Kurdistan’ û heftenameya bi navê ‘Kurd’ de hemû hewlên xwe bidin. Her wiha wan salan wan dikarî komela li jêr navê ‘Gihandanî an jî Cihandanî’ û vekirina xwendingehekê ji zarokên Kurda re, pêngavên dîrokî ji bo gûherandina sewiya rewşenbîriya civaka Kurdistanê bavêjin. Yekemîn xwendingeh ji bo zarokên Kurda li bajarê Xoy bû. Hilbijartina vî bajarê han ji bo karekî wiha girîng bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko û kesên derdora wî baş dizanîn ku avakerên bajarê Xoy Kurdên Dimbulî ne. Wî xwest careke din Kurdên wira bi esaleta wan ya dîrokî bihesîne û şexsiyeta wan ya nîvkuştî ji nû ve zindî bike. Ew di rêbaza xwe da xwedî xwezî û hesretên mezin bû.

Du xalên pir girîng li ser serhildan û kesayetiya Simko girîng in û divê neyên jibîrkirin:
-  Ger hûn li dîroka Îranê temaşe bikin û wan nirxandin û analîzên ku li ser wê serhlidana Kurdistanê hatine kirin bixwînin, ev rastî yê ji me tevan re derkeve holê ku Îranî li dijî ti rêberekî Kurda biqasî ku li dijî Simko xwedî helwestên nigatîv bûne, dijber nebûne. Wan carna Simko wek rêgir û casûsê Osmanî û rûsan binav kirine û carna jî ew mîna xûlamê Ingilîzan dane nîşan dan. Ev jî tenê yek heqîqetê ji me re îspat dike û ew jî mezinbûna armancên Simko yên pîrozin. Girîngiya pêngavên ku wî ji bo cî bi cîkirina qedera siyasî a gelê xwe hilanîne û xwestiye di serdema ku derfetên mezin hatibûn afirandin, berka Kurda jî ji nava ava rûbarê herikînê derxîne.
- Li hemberî vê helwesta şovenîstî ya Îraniyan, Kurda jî bêtir ji navê hemû qehremanên millî û lîderên Kurd navê ‘Simko’ ji zarokên xwe yê kurîn re hilbijartine. Ev baştirîn reaksyona civaka Kurd ya li dijî wan nivîsakarên Îranî ye ku bi hemû şêweyên dûr ji exlaq û wijdanê, rastiyên dîrokî berovajî dikin.
Mixabin kesên weke Ehmed Kesrewî, Haşim Ehmedzade, Mihemed Temdun, Hesen Erfei, Elî Bîgdilî û Îsmaîl Rayîn di hemû nivîs û pirtûkên xwe da rêbaz û xebata rêberên weke Simko bi karekî narewa û cudayîxwazî binav dikin. Heta di meşrûkirina karê terorîstî yê Riza Pehlewî da cinayetkarên weke Sadiqxanê Nûroozî (1) wek Rostemê ‘Şanama Riza Şahê Pehlewî’ dane xuyakirin.

Bandora wî ya di şer de
Hinek jêderên Asûriyan wisa didin diyarkirin ku Simko ji hêla berpirsên Îranî ve ji bo kuştina Marşîmon hatiye teşwîq kirin, li di jêderên Îranî de ti dokument an jî belgeyek ji bo îspata karekî wiha nayê dîtin. Belkî hewldanên hêzên ‘dewletên hevgirtî’ ku dixwestin cihê xalî yê hêzên Osmanî û rûsan tije bikin û asûriyan ji bo meremên xwe yên siyasî bikar bînin, helwesta Simko jî dabe gûherandin û ew neçar kiribe ku ji bo berdewama desthilatdariya xwe, hevrikekî xwe li meydana siyasî hilîne.
Riza Pehlewî bi hevkariya zilhêzên wê demê xebitî ku sal bi sal cihê piyê xwe peyttir bike. Bi pêkanîna artêşeke yekreng û yekgirtî wî dikarî her du serhildanên Mîrza Kûçekxanê Cengelî û Şêx Xezel li Gîlan û Xuzistanê rastî şikestê bîne.

Dîplomasiya Îranê
Dewleta Îranê ne tenê di nava sinorên xwe yên fêrmî da belkî dest bi hewldanên dîplomatîk yên derve jî kir ku bandoreke nigatîv li ser hereketa siyasî ya Kurd li perçên din yên Kurdistanê jî bike. Ji bo armancek wiha wan dikarî neteweperestên Tirk yên di bin serokatiya Mustefa Kemal û çêkirina yektiyekê li dijî Simko, razî bikin. Ji ber wê jî heyetek li jêr berpirsiyartiya Mumtaz Eldulê şande Tirkiyeyê.
Bi van lihevhatin û hewldanên siyasî re ji sala 1921’an û pê de dewleta Îranê bi hemû hêza xwe ya leşkerî êrişî herêmên Kurdistanê yên azadkirî (Ji Mako heya nêzî Banê) kir û eniya şer li dijî şervanên Kurd berfireh kirin. Hêza leşkerî tev di bin fermandariya serleşker Emanulah Xanê Cihanbanî da bû sedema çêbûna şerên giran di navbera her du aliyan de.
Bi vî awayî berfirehbûna peywendiyên siyasî di navbera her sê dewletên Îran, Îraq û Tirkiyê û bi taybetî jî hevgirtina wan ya li dijî bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê bûn sedema têkçûna serhildana Simkoyê Şikakî. Mixabin hingî jî di nava Kurdan da xebata ji bo yekitiyeke bihêz pir lawaz bû.
(1) Sadiqxanê Nûroozî yek ji serhengên
artêşa Îranê bû ku bi destûra Riza Pehlewî û pilaneke ji berê amadekirî, li bajarê Şino Simkoyê Şikakî teror kir.

Şehîdkirina Simko
Sal 21’ê hezÎrana 1930’an bû ku xebera şehîdkirina Simkoyê Şikakîî ji bajarê Şino belavî nava Kurdên Kurdistanê bû. Cenazê Simko anîn bajarê Urmiyê û li qada bajar nîşanî xelkê dan. Armanca wan ew bû ku bi vê re ji Kurdan re bêjin ku êdî hûn bêserok in û serhildana we bi dawî bûye. Cenazeyê Simko heya roja îro jî kes nizane li ku hatiye veşartin. Rayedarên Îranî baş dizanîn ku ger gora wî li cihekî kifş be, ew ê bibe ziyaretgeha hemû azadîxwazên Kurdistanê. Ew bêtir ji Simkoyê Sax, ji cenazê wî ditirsyan, ji ber wê jî di şeveke tarî da kes nizane ew li kîdera bajarê Urmiyê veşartin.
Çend sal pişt re hunermendê navdarê Kurd Kawîs Axa jî li ser mêrxasî û şehîdkirina rêberê navdarê Kurd Simkoyê Şikakî qêriyabû.


Şîrovekirina xebatên wî
Kesên Dîrokzan û bêalî baş karnama xebata Simko şirove dikin. Kesên mîna Kirîs Koçêra, Dr. Qasimlo û Dr. Kemal Mezher ku di karê dîroknivîsî û şiroveyên xwe yên zanistî de wek akademsîyen kesên bi nav û deng in, Simko wek ‘bavê nasyonalîzima Kurd li rojhilatê Kurdistanê’ bi nav dikin. Ew bi dûr û dirêjî behsa kar û xebatên wî yên dîplomatîk û rewşenbîrî dikin ku dikare di dîroka Kurdistanê da dest bi pêvajoyeke nû bike.
Ez di wê baweriyê de me ku ger hêzên biyanî dewletek li jêr desthilatdariya kesên weke Simko, Şêx Ehmedê Barzanî, Pêşewa Qazî, Şêx Mehmûd Berzencî û… Hwd pêk anîban, wan ê bikarîba bêtir ji kesên mîna Riza Pehlewî, Mistefa Kemal, Melik Feysel û Emanulah Xanê Afganistanê hikûmdarî bikirana.
Du xalên din ên ku hevçax bi serdema serhildana Simko re rû dan, ev in:
- Kuştina rêberê olî yê Asûriyan Binyamîn Maşîmon bi destê Simko
- Kuştina Simko bi destûra Riza Pehlewî.
Li ser xala yekê tevî ku lêkolînên berfireh lazim in ku mirov bi sedemên vê kiryara Simkoyê Şikakî bihese, lê wisa xuyaye ku hêzên biyanî xwestine li ser keda Kurdan, asûriyên ku ji destê Osmaniyan reviya bûn û hatibûn Urmiyê, bikine xwedî dewletek serbixwe. Ew karê han jî li zora Kurdan û Simko çûye û tiştekî wiha nepejirandiye. Her wiha di wan salan da wek şahidên wan salan di bÎranîn û pirtûkên xwe da dane diyarkirin, “Cîloyî an jî asûriyên mihacir” li dijî mislmanên herêmê (Kurd û azeriyan) xwedî helwestên dijwar bûne. Hem ji hêla namûs û hem jî kuştina Kurd û azeriyan, wan cinayetên mezin kirine. Mesela dema ku ji Co- lemêrgê revîne û ber bi nava axa rojhilatê Kurdistanê hatine, li gundên herêmên Mirgewer û Tirgewer hemû gun- dên Kurdan talan û wêran kirine. Ev bêedaletî ji çavên Kurdan û Simko dûr nebûne.

KAKŞAR OREMAR