Fîlmçêkerê Kurd-Emerîkî Cano Rosebiyanî ji Emerîkayê vedigere Hewlêrê û li wir ji bo xelkê bajêr, tûrîst û penaberan mekanekî hez jê tê kirin vedike sala 2016´an. Sala 2001´ê li Brukselê dema mekanekî bi vî rengî yê bi navê Cinema Nova ji bo wî vediguhere mekanê herî zêde diçe û lê dimîne, biryarê dide ku li welatê xwe rojekê mekanekî bi vî rengî veke û bide şixulandin. Li wir, sînema û kafe-bar ji hev cuda bûn û ji bo temaşekirina fîlma jî diviyabû bilêtek bi kirrîn, lê konsept li gorî Cano, hema hema ya wî ya li Hewlêr ê bû. Navê mekanê wî bi xwe Jano´s Cinema Café & Bistro ye, lê ji bo ku vî cihî veke, diviyabû 15 sala derbas bibin, lewma ew bi çêkirina fîlman mijûl bûye.


Piştî çêkirina fîlman, mekanê fîlman

Di nava fîlmên wî de belgefîlma li ser Gorên Komî yên Sedam Hiseyn (2003), li ser Enfala Eliyê Kîmyewî (2004), Sitcom Radyo Qelat (2007), Chaplinê Çiyayan (2013), Findek, Du Find (2014) û belgefîlma bi navê Soza 100 Rojî (2015) hene. Cano Rosebiyanî ku li derdorên çêkirina fîlman tê nasîn, li bajarê xwe Zumarê û li Zaxoya lê perwerde bûyî zêde nayê nasîn.

Cano Rosebiyanî rexneyê li nebûna çanda temaşekirina li fîlmên sînemayê li Başûrê Kurdistanê digire û dibêje, ev çand li Hewlêrê hîç nîne, nexasim jî li fîlmên Kurdî nayê temaşekirin. Dema vê dibêje jî, balê dikişîne ser televîzyonên herêmê yên ku bi rêzefîlmên tirkan bi ser ve çûne û cih didin fîlmên Hollywood û elaqeya wan ji bo fîlmên Kurdî nîne. Ew dibêje, ev kanalên televizyonan fîlmên Kurdî bi tenê mafê weşanê belaş be, diweşînin.


Qanûnên çarçoveyê nînin

Cano Rosebiyanî rexneyan li Hikûmeta Herêmê jî digire ku çarçoveya qanûnî daneniye ji bo rêjeya weşandina hilberînên cihî. Bi vê jî Cano Rosebiyanî îşaret bi girînigiya hebûna mekanê xwe dike ku û dibêje, ew fîlmên Kurdî bi xelkê herêma Kurdistanê û bi xelkê biyanî didin nasîn.

Bernameya Jano´s Cinema Café heftane ye, li gorî vê şeveke sînemaya KUrdî, yeke cihanî, yeke komediyê û yeke ji avant-gardeên (pêşengên) sînemayê heye. Ji bilî vê êvarê mayî ji bo bûyerên taybet, stund.up û xwendina helbestan re hatine veqetandin.

Cano Rosebiyanî plana festîvalên fîlman bi rengê fîlmên kurt, klîpên muzîkê û fîlmên mafê mirovan, dike.

Nebûna qanûnên bacê û çertûmercên birêveberiya mekanê hunerê ji bo Cano Rosebiyanî ji pirsgirêk û zehmetiyên sereke ye. Bi her halî Cano Rosebiyanî difikire ku Sînema-Kafê veguherin rengê siberojê yê temaşekirina fîlmên sînemayê û ji ber vê jî bi hêvî ye.


 NAVENDA NÛÇEYAN