Ji ber ku li Sînema Salim amadekarî dihate kirin ku filma li ser berxwedana Sakîne Cansiz a zîndana Amedê, 11’ê Çile nîşan bide, asayîşa Silêmaniyê deriyê sînemayê dadan. Rêveberiya Sînemaya Salim jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev sînordarkirina azadiyê û hunerê rasteqîne ye, û ew ê bêdeng nebin.

Doh saet qederê 13.30’î, asayîşa Silêmanî deriyê Sînema Salim dada. Li gorî agahiyên ne fermî, Sînema Salim ji ber amadekariyên nîşandana kurtefilma li ser berxwedana Sakîne Cansiz (Sara), yek ji damezrînerên PKK’ê û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, hatiye girtin. Tevî ku fermî ev nehatibe gotin jî, rêveberiya asayîşa Silêmanî rêveberiya Sînema Salim agahdar kiriye û hişyar kiriye da ku kurtefilma li ser Sakîne Cansiz nîşan nedin.

Rêveberiya Sînema Salim jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Îro nîvrojê (8’ê Çile) hêzeke girêdayî asayîşa giştî bêyî bi nivîseke fermî, hatine Sînema Salim û deriyê Sînemayê girtin.

Ev di demeke wisa de hate kirin ku biryar e roja îne 11’ê Çile, filmek di salvegera şehîdbûna heval Sakîne Canisz li Sînemayê were nîşandan. Her wiha rojên derbasbûyî bi çend rêyan bêyî sedemeke di cih de û nivîseke fermî, em hatin agahdarkirin ku ´Nabe ku ev film were nîşandan.´ Lê ev film bi awayeke fermî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêmê ve hatiye erêkirin.  Ev sînordakirina azadiyê ye, lê ew nikarin destwerdanê li îradeya me bikin. Ev di heman demê de astengî ji hunerê rasteqîne re çêdike. Em li hemberî vê yekê bêndeng nabin.”

Filma ku diviya 11’ê mehê were nîşandan, bi navê, ´Di nava 10 salan de 3 roj e´ û berxwedana Sakîne Cansiz li dijî faşîzma dewleta Tirk li zîndana Amedê vedibêje.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ