Panel 5’ê Gulanê, roja Yekşemê li lokala GÎK-DER a ser bi AvEg-Konê hat lidarxisitn. Keça Yilmaz Guney Elîf Guney Putun û Hevseroka AvEG-Konê Şafak Arabaci weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Elîf Guney da xuyakirin, ku têkildarî jiyana bavê wê Yilmaz Guney, li nava raya giştî agahiyeke têrker nîne û got, “Agahiyên ku Yilmaz Guney dike Yilmaz Guney kêm tên zanîn. Halbûkî ya ku Yilmaz Guney dike ew, şert û mercên zehmet ên jiyanê ne.
Pîrka min (dayika bavê min) ji eşîra Cîbran a navçeya Mûşê Gimgimê ye. Di emrekî biçûk de zewicî û 2 zarokên wê çêbûn. Lê belê hevjînê wê hewî anî ser û pîrka min a nikarîbû xwe li vê rewşê ragire, mal terikand û li Edeneyê bi cih bû. Kalkê min jî Zazayê ji Sêweregê ye. Ew jî, di 16 saliya xwe de ji ber dozeke xwînê Sêweregê diterikîne û li Edeneyê bi cih dibe. Hevdu li wir nas dikin û li wir dizewicin. Şert û mercên jiyanê gelekî nebaş e. Kalkê min li cem axayekî paletiyê dike. Sala 1937’an bavê min li Edeneyê ji dayik dibe. Di emrekî biçûk de (9 salî) dest bi kar dike. Paletiyê dike, gavantiyê dike, lê di heman demê de li dibistanê jî gelekî serketî ye.
Tovên destpêkê yên şoreşgerî
Bavê min û kurê axayê kalkê min jê re paletiyê dike, li heman polê dixwînin. Kurê axe qet ne serketî ye, lê bavê min serketî ye. Axa nikare vê hezm bike. Bavê min yekem car di vir de bi xwe dihese û bi vî rengî tovên destpêkê yên şoreşgerî li bal wî şîn dibe.
Piştî wextekê kalikê min hewiyê tîne. Li ser vê yekê pîrka min gundê Yenîce diterikîne û bi bavê min re diçe Edeneyê. Bavê min hingî 12 salî ye. Barê debara malê li ser milê wî ye. Li sînemayekê dest bi kar dike, gazozan difiroşe, bobînên fîlm ên ji 20-30 kîloyî ji sînemayekê dibe yeka din. Ji hingî ve nerazîbûnên gel ên li sînemayê li ba xwe qeyd dike. Hezkirina wî ya ji sînemayê re jî hingî destpê dike. Sala 1950´î yanî di 13 saliya xwe de helbestên Nazim Hîkmet nas dike. Bi wan helbestan re agirek dikeve dilê wî. Jixwe, hingî helbestên Nazim qedexe bûn.
Tevî hemû zehmetiyan jî, bi xerciyên xwe, klasîkên cîhanê dikire û dixwîne. Dema bû 18 salî gelek klasîkên cîhanê xwendibûn.
Di 18 saliya xwe de çîrokek bi navê “sîstemên newekhev ên ji 3 xalên nayên zanîn” nivîsand û ji kovarekê re şand. Kovarê ev weşand û yekemîn doza li ser propaganda komunîzmê ji ber vê çîrokê lê hat vekirin.
Fîlma detpêkê û girtina destpêkê
Ji bo fîlma “Bu Vatanin Çocuklari - Zarokên vî welatî” ku Atif Yilmaz çîroka Yaşar Kemal kir senaryo, li lîstikvanekî digerin. Yilmaz Guney li seta kar dibînin û wî hildibijêrin. Hem weke asîstan, hem xebatkarê senaryoyê hem jî weke aktor yekem car di vê fîlmê de cih girt.
Di sala1961’ê de doza ji ber propaganda komunîzmê bi encam bû û 1,5 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn. 6 mehan li Konyayê cezayê sirgûnê lê hat birîn. Di dema kişandina fîlmekê de hat binçavkirin û girtin.
Ji bo min şoreşgerekî mezin e
Ji bo min ya ku bavê min dike mêrekî şoreşger ew e; di wê demê de li yek ji pavyonên Konyayê, diya min a ku stranbêjî dikir derxist û pê re zewicî. Sala 1963’an, kesekî din nikarîbû ev bikira.
Li girtîgehê lêkolînên xwe dewam kir û hin biryar dan. Yek ji van biryaran jî bi vî rengî bû: ‘Dozeke min heye û divê ez bibim derhênerekî baş da ku êşên gelê xwe, pirsgirêk û nakokiyên gelê xwe bi fîlman karibim nîşan bidim.’
Di salên 70’yî de nêrîna wî ya siyasî bêhtir bi pêş dikeve. Lê belê hînê nasnameyeke xwe ya siyasî nîne. Alîkariyê dide hemû şoreşgeran. Salên 72-74’an hînî sosyalîzmê bû. Dibêje, welatên xwe weke ‘sosyalîst’ pênase dikin, sosyalîzma rast najîn, di nava revîzyonîzmê de ne.
Nasnameya Kurd nîşan dide
Yek ji girîngtirîn fîlma 68’an fîlmê ‘Seyîtxan’ e, ku qala têkiliyên feodal dike. Bi taybetî nasnameya Kurd yekemcar di vê fîlmê de bi rengekî zirav nîşan dide. Piştre fîlmên polîtîk dikişîne ku bi ‘Umut’ û ‘Arkadaş‘ tên sansurkirin, doz lê tên vekirin.
Bi darbeyê re, li fîlmên wî zêdeyî 100 salan ceza hat birrîn û neçar ma welêt biterikîne. Sala 81’ê tê Fransayê. Tenduristiya xwe nebaş bû, lê ji bo dema xwe baştir bikar bîne, girîngiyê nade tenduristiya xwe. Tevî hemû zor û zehmetiyan fîlma xwe Dîwar dikişîne.
Bi kurtasî Yilmaz Guney sînema û doza xwe ji hev cuda nedikir. Sînema ji bo wî çekeke têkoşînê bû.”
LONDON