
Tevgera Çand û Hunerê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Sînemaya Amûdê, sînameyek bi navê “Sînameya 13 ya Amûdê” li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê vekir.
Li bajarê Amûdê di 13’ê Mijdara 1960’î de li Sînemaya Amûdê dema fîlm dihat temaşekirin, hêzên girêdarî rejîma Baas şewat derxistin û 283 zarok di bûyerê de kuştin. Ji bo bîranîna van zarok niha saloneke nû li Amûdê hat vekirin. Navê salonê danîn “Sînema 13 ya Amûdê” û niha ev salon vebû. “Sînema 13 ya Amûdê” dê di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Demokratîk a Hûrî de xebatên xwe bidomîne.
AMÛDÊ