Helbesteke Cegerxwîn heye di wê helbestê de rêzikek derbas dibe, “Sînor nemane çibkin pasaport?” Herî zêde em Kurd sînor û pasaportan nas dikin. Em dizanin dijwariya sînor û pasaportan. Ahmed Arif jî di helbesta xwe ya 33 Gule de digot “Em ji pasaportê dilsar bûne, Ew e curmê sebeba qetla me” Bi kurtasî her çiqas sînor û pasaport bûne bela serê me jî em her tim dilsar bûne ji pasaport û sînoran. Sebebê qetla me her tim ev pasaport bûne. Niha jî ji bo sînemaya me qetl bibe pasaportan dixwazin. Destûr û astengên fermi derdixin pêşberî me. Bila baş were zanîn, ewê sînemaya me ji van destûr û pasaportan dilsar be. Ewê tu sînor nikaribin li ber sînemaya me jî bibin asteng. Sînor nemane emê çibikin pasaport? Êdî sînor li ber çavên me bê wate bûne û dê tu pasaport nikaribe hunera me û berteka me ya li hember serdestan vala derxe. Ji xwe huner û pasaport jî li hev nakin. Ji lewre bila qet xwe aciz nekin û ranebin me bi destûr û pasaportan tawanbar nekin.
Kes nikare ji sînemayê jî paseport bixwaze ji lewre sînema sînoran nas nake. Ji xwe di xwezaya sînemayê de jî ev tişt heye. Sînema xwedî hêzeke wisa ye ku ew di ser sînoran de qebaz dide û wek bayê azad e. Ji ber vê yekê jî me dirûşmeya mihrîcana xwe kire “sînemaya bêsînor”. Bila baş were zanîn ku tu wextî sînema nayê sînor kirin. Sînema wek avê diherike û ji sînoran derbas dike. Em jî dixwazin ber bi sînoran bimeşin û sînoran derbas bikin. Sînema îro bi hêza xwe dikare van sînoran ji holê rake, civakan bigihîne hev û empatiyekê biafirîne di nav gelan de. Me berê jî gotibû sînema dikare bibe qelbê gelan. Pêwîst e em sînemayê herî zêde di van rojan de nêzî qelbê xwe bikin.
Em bi vê mabestê derketin rê û me got di nav van şert û mercên giran de ku dagirker dixwazin hemû qadên hunerê têk bibin, em dixwazin sînemayê nêzî qelbên civakê bikin. Ew dikarin werin û şaredariyên me wek mêtîngehên xwe bikar bînin. Dikarin hemû salonên şano û sînemayê bigirin, lê ewê tu car nikaribin baweriya me ya hunerê tune bikin. Emê di van rojên dijwar de bêdeng nemînin. Ew çi jî bikin ewê nikaribin derb li vîna me bixin. Vîna me jî wek sînemaya me tu sînoran nas nake. Bila kes ranebe ji vîna me pasaportan nexwaze û me bi sînor neke.
Gotinên Yaşar Kemal riya me ronî dikin, “Huner li hember derewan, zilm, şer û pêvçûnên bê wate ku qet naqedin û her wiha li hember hemû tiştên xerab mirovan hişyar dike. Çi dibe bila bibe, peywîra hunerê ya yekemîn berxwedêrî ango berxwedan e.” Çi dibe bila bibe divê em nehêlin berxwedana me bêwate bikin û pûç derxînin. Li hember vê zordariya wan xerabî û kirêtiya wan ancax em bi stratejiyên xwe yên hunerê dikaribin bibin bersiv. Emê li gor hêza xwe, mirovan li hember xerabiya van kesan hişyar bikin. Ev yek peywîr û berpirsyariya me ye, pêwîst e em vê peywîrê bînin cî. Rol û peywîra hunermendiyê herî zêde îro divê were pêkanîn.
Bi vê armancê duh 2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed bi dirûşmeya “Sînemaya Bêsînor” destpê kir. Me dil heye di nava van çend rojan de (heta 25´ê Berfanbarê) em li her derî fîlman nîşan bidin. Li gelek welat û bajaran dê nîşandana fîlman çêbibe û dengê mihrîcanê li her derî bilind bibe. Ji bo vê yekê, bi dirûşmeya “Sînemaya Bêsînor” tenê ne li Amedê, li hemû qad û bajarên ku baweriya hunera şoreşgerî heye emê fîlman nîşan bidin.
Me di daxuyaniya xwe de jî zelal anî ziman û got: “Îro roj ev axa ku em li ser dijîn, di bin nîrên pêkûtî, qirkirinên siyasî, qedexekirin û dagirkeriyê de ye. Di nava van şert û mercan de peywîra hunerê û hunermendan ne ew e ku xwe paşve vegerînin û bêdeng bimînin; berovajî vê yekê ji bo rastiya vî zemanî were fêhmkirin û vegotin pêwîst e huner û hunermend dengê xwe bi berz bilind bikin û bêdeng nemînin.” Ji bo heqîqeta hatiye şêlû kirin zelal bibe û zikreşiya wan were zanîn divê em dengê hunera xwe bi berz bilind bikin. Huner di şert û mercên herî dijwar de têşe digire, herî zêde di van rojan de wetaya xwe dibîne.
Werin em di 2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed de reng û dengê xwe bipeyitînin û wateya xwe bibînin.