
Piştî ku sînema wek formeke hunerê hat pênasekirin bi xwe re gellek tişt anîn. Yek ji wan tiştan jî Festîval bûn. Festîval di jiyana sînemayê de reqabetek bi xwe re derxist holê! Fîlm li gor dîmen, senaryo, pevbestin û hwd. ji aliyê lijneyên ku di sînemayê de hatine pijandin hatin şîrove kirin û li gor vê yeke hatin xelatkirin. Li gorî min ev rewş jî wek di destpêkê de perçekirina mirov dûvre jî wek perçekirina erdinîgariya ku ji aliyê netew dewlet ve hat dabeş kirin bû. Ji xwe pergal di destê mêr de bû! Her tişt li gor xwestekên mêr hatibûn damezirandin. Mêr pêşî jin li gor xwestekên xwe parçe kirin dûvre civak dûvre ol dûvre erdnîgarî dûvre jî huner!
Festîvalên mezin û merşên sor!
Festîvalên mezin dema tên lidarxistin merşên sor têne deynin! Kokteylên giranbuha têne hazirkirin û qaşo niqaşên hunerî û felsefîk têne kirin. Ev festîval di avahiyên mîna ziguratan de tên amadekirin. Biryar ne di nav gel de di qesrên zêr de têne dayin. Huner ne di nav gel de lê bele wek xebateke çend kesen entellektuel tê hesibandin. Wê sînemager bi salan li ser fîlmê xwe bixebite. Wê serê xwe pê re biêşîne wê mal û milkê xwe li ser hunera xwe deyne bes encam di dawî de wê li gor zanistiya sînamayî ya çend kesen lijneyê be!
Pere amûr e ne armanc e!
Rastî dive hunermendek dema hunera xwe biafirîne divê xema pereyan nexwe. Divê pere di hunerê de amûr be ne armanc! Lê tişta ku îro em dibînin gellek festivalên cihanê hunermend kirine vê xefkê de ku bi rêya festîvalan çavên wan li pereyan zîz bikin. Mixabin gellek sînemager fîlman ji bo van festîvalên mezin çêdikin û wek sînemager an jî hunermend di nav xebata sînemayê de cih digirin.
Li gor min tişta ku sînemayê bi rê ve dibe ne pere ye. Pere tenê amurek e! Tişta ku sînemayê birê ve dibe raman e ! Hunereke bê raman mîna balindeyekî bê per e! Bi kêrî tiştekî naye.
Teşegirtina hişên qalibî
Di jiyana me de ji zaroktî heya mirinê di her qedemeyên jiyanê de sînor li hember me hatine dayîn. Sînaro pêşî malbat dideyne ku me dike şêweyê xwe! Piştî demekê em tê digihijin ku olek me heye û dive em xwe li gor wî olî dirûst bikin. Perwedehî xala dawî li jiyana me dixê û me li gorî xwe teşê dike û em ji çar aliyan ve têne sînor kirin. Hişê me li gor qalibên van hêmana teşe digire!
Lê belê kesên ku sînoran nas nakin di her demên dîrokê de xwe diyar dikin û mohra xwe li dîrokê dixin. Îro Kurd hewl dide ku wek civak di her hêlê jiyanê de sînorên xwe rake. Jiyaneke bê sînor diyarî cîhanê bike. Di her qadên tekoşînê de ev armanc xwe dide pêş!
Kurd sînora nas nakin
Li ser vê esasî Festilava Amed Fîlm ya duyemin hat lidarxistin. Di van şert û mercên giran de ev xebat derxist holê ku tu tiştek nikarê xeyalên mirov sînor bikê. Heger mirov dildarê xebata xwe bê sînoran nas nake. Xebatkarên Festîvala Amed ya duyêmîn ev tişt dise bi me da hîs kirin. Îro ev festîval ne tenê li Amed ê li gellek bajarên cihanê tê lidarxisitn. Kurd sînora nas nakin. Ne sîyasetmedarên wan ne çekdarên wan ne jî hunermêndên wan!
Merşên me yên sor nînin!
Di festîvalên Kurdan de lijneya hilbijartina fîlman nînin. Merşên wan yên sor jî nînin. Kokteylan çêdikin lê belê ne giranbuha ne! Fîlman ne di avahîyên mîna zigurattan de li gundan li parqan li kolan û sikakan li nava gel bi gel re temaşe dikin. Sînemagerên wan niqaşên xwe li wan qadan bi wî gelî re dikin. Huner di cihê xwe yê asil de dikemile.