Li paytexta Katalanyayê Barcelonayê, di merasîma xelatên sînemayê ya "Premis Gaudi" de komek derket ser dikê û parastina şoreşa Rojava kir.

Xelatên Premis Gaudiyê, ji bo danasîna berhemên sînemaya Katalan her sal li Barcelonayê bi merasîmekê tên dayin.

Di dema merasîma roja Yekşemê de komekê ji nişka ve got "Azadî" û derket ser dikê.

Ciwan piştî performansa stranbêjê Katalan Roger Mas, derketin ser dikê, alên KCK, YPG'ê hilgirtin û bal kişandin ser şoreşa Rojava. Çalakiya ciwanan di weşana zindî de jî xuya kir. 

 

ANF / BARCELONA