Piştî ku qeyûmê dewleta Tirk, Sînemaya Yilmaz Guney rûxand, li Êlihê vê carê bi navê Kolektîfa Sînemaya Nû, sînemayeke alternatîf hat avakirin. Kolektîf wê di navbera 9-11’ê Mijdarê de rojên sînemayê li dar bixe û wê di tevahiya salê de filmên alternatîf nîşan bide.

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Metîn Yoksu li ser mijarê bi Derhêner Gokhan Ozdemîr re peyivî û vî jî jê re got, “Bi rojên sînemayê armanca wan ew e ku alternatîfekê biafirînin.”

Ozdemîr bi bîr dixe ku sînemayên li Navendên Kirriyariyê (AVM) tenê pere ye û dibêje: “Du fîrmayên mezin ên belavkar holên sînemayan bi dest xistine û filmên ku ew tînin, tên nîşandan. Tenê di mihrîcanan de filmên alternatîf tên nîşandan.

Li Êlihê wexta Sînemaya Yilmaz Guney hebû, firsend çêdibû em li filmên derhênerên serbixwe yên gelek welatan temaşe bikin. Lê niha Sînemaya Yilmaz Guney tine ye. Me jî xwest em alternatîfekê baifirînin.”

Ozdemîr wek din balê dikişîne ser filmên pêşî ku ew ê nîşan bidin û dibêje, “Di 9’ê Mijdarê de pêşandana me ya ewil bi filma Kelebek a Tolga Karaçelîk dest pê bike. Paşê di 10’ê Mijdarê de dê filma Genco ya Alî Kemal Çinar û di 11’ê Mijdarê de jî dê filma Babamin Kanatlari ya Kivanç Sezer bê pêşandan. Ev ne ji bo carekê ye, em ê tevahiya salê vê yekê bikin. “n  MA / ÊLIH