Dewleta demokratîk, gelê demokratîk, xewn û xeyalên cîhanê ye. Ev bîrdoz ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate vegotin û wek sîstemek alternatîf derkete holê. Ji bo pêşxistin û bihêzkirina îrade û kontrola gel jî, Ocalan “siyaseta demokratîk” derxiste pêş. Ev hişmendî, di nava Kurdan de hêdî hêdî bi can dibe. August Vebel jî, di sedsala 19.de “Dewleta gelê azad” pêşniyaz kir. Di encama bîrdoza Vebel de sosyal demokrasiya Almanya derkete holê. Lê ya giring siyaseta demokratîk a di nava Kurdan de ye. Piştî pengava dîrokî û şoreşgerî ya li Rojava, Kurdên Êzdayî li Şingalê jî, bi armanca pratîzekirina “siyaseta demokratîk, îradeya gel” gav avêtin. Têgihiştin, tevlîbûna pêvejo û pêşketinan e; îradeya gel jî mudaxele û kontrol e!...Yekem car e Kurdên Êzdayî, dixwazin bi îradeya xwe haraket bikin. Ji bo vê jî, saziya herî bilind ya civakî ava kirin. Berî wê, Yekîtiya Parastina Şingalê YBŞ avakirin… Meclîsa Gel a Şingalê di nava Kurdan de, herî zêde li Başûr bû sedema nîqaşan. Heta îro, Kurdên Êzdayî, pişta xwe dane hinek hêzan û bi pêkanînên “rewîzekirinê” razî bûne. Lê dîrokê da xuyakirin ku civak, bi “siyasetên rêwîzekirinê”, ji qirkirinan rizgar nabin. Rewizekirin, tedbîrên dem kin in, xapînok in, xwedî bingehek şemîtonkî ne; vê jî Kurdên Êzdayî, her tim ji îradeya wan dur kir. Dûrbûna ji îradê, bandor li kesayet û sosyolojiya civaka Êzadyî kir. Nebûne xwediyê xwe bi xwe!.. Di encamê de tovê waweylê derkete holê!...
Mînak; di qirkirina Şingalê de, Parlamentera Êzdayî li parlamena Iraqê, li ber çavên cîhanê “dilojarê” lorand. Dilojarê, berhemê neçarî ye, bêzariyê rewa dike!.. Nebûye û nabe çareserî!... Piştî qirkirina rûreşî û hetikberî ya li Şingalê, ligel Kurdan teva, Kurdên Êzdayî jî fêm kirin ku ev cara dawî ye û çerxa felekê ji bo paşerojên Êzîdiyan nema rast dizîvire. Eger tedbîran nestînin, ev qonaxa dawî ye.
Nevegera li Şingalê jî bingeha tunebûnê ye. Lewma di Konferansa Şingalê de, vegera Şingalê wek biryar hate standin. Di karûxebatên Meclîsa Gel de jî, ev xala bingehîn e. Lê balkêş e ku Meclîsa Gel ya li Şingalê, herî zêde ligel PDKa û Medya Başûrî ya têkildarî PDKê bû sedema nîqaşan. Ev jî manîdar e!...
Di dijberî û nîqaşên rayedarên PDKê de, PKKe hedef hate girtin. Nîqaşan eşkere kir ku, PDKe hê jî, û hîna jî rêbazên klasîk yên „rewîzekirinê“ pêşniyazî Kurdên Êzdayî dike. Rewîzekirin, cureyekî nerm yê engizîsyonê ye. Hewqas enfal, çekên kimyewî, birakujî, şerê li dijî tîrantiya Saddam; hewqas trawmayên civakî; êdî Kurdan hiş û ramanê engizisyonê mahkum kiriye. Sîstema klasîk, têkiliyên bi bermayiyên Baasê û dewşirmeyên kevneşopên Osmanî re, encama çeteyên DAIŞê derxiste holê. 3 birak; Tariq Haşîmî+Pat-î Erdogan+DAIŞ, nabin dostûyarê Başûriyan!... Yan jî Mollayên Iranê!... Piştî çend deh sal, qîr û teşqeleyên cîhanî; lîstik û pîkola di serdilkê Kurd û Kurdistanê de, gelo “dogmatism” nedaye fêm kirin? Gelo ev ne nakokiya bi xwe re ye? Şingal, li gorî Desturnameya Iraqê, bi Başûrê Kurdistanê ve ne girêdayî ye. Lê di Konferansa Şingalê û Meclîsa Gel de, hate xwestin ku, Şingal wek „kantonekê“, „herêmêk serbixwe“ bi Başûrê Kurdistanê ve werê girêdan.
Nerazîbûn heq e, dijberî maf e, rexne jî meşrû ye; lê dive ligel pêşniyaz û alternatîfên nû be.
Tê zanîn ku partî, zû bi zû dîtin û îdoelojiyên xwe naguherin. Lê dema daxwaza civakan, ya gelan kete holê, divê partî siyaseta xwe dibin çavan re derbas bikin. Eger nekin, hingî partî ber bi despotîzmê, ber bi otorîteya burokratîk ve diçe. Ji bo siyaseta her partiyê, ji bo karûxebatên her sazî û dezgehên civakî, “redactor”ên ku wek teorîsyen têne binavkirin lazim in. Kurdên Êzdayî wek civakek xwedî baweriya cûda, ji bo xwe, ji bo paşerojên xwe, yekemîn car e riyek bijartin. Ji destpêka qirkirina rûreşî û vir ve, daxwaza “otonom” avêtin holê. Kê gotibe, kê pêşniyaz kiribe ne giring e; ya giring helwesta civaka Êzdayî ye. Hate qebûl kirin. Piştî ku civaka Êzdayî ev rê bijart, êdî binbariya rêveberên Başûrê Kurdistanê û PDKe ew e ku, bibin destek û di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de nêzîkî mijarê bibin. Li vijdanê şiyar ya gelê Kurd guhdarî bikin, dîtinên intelijansiya Kurd guhdarî bikin û ligel nunerên civaka Êzdayî û nûnerên hêzên siyasî rûnin, bi formulasyoneke zanistî biryarekê bidin. Divê medya Başûr jî dev ji „duopolîzm“ê berbide.