Ji roja dagirkeriya Şingalê Medya Alternatifve a Kurd li ser lingan e. Rojnamevanên ku di nava têkoşîna Rizgariya Kurd de bûne mamostayên xwe yên pîşeyî, çend roj in di eniya entelektuelî de nobetê digirin. 

KNKe jî di banga dawî got: „Gelê Kurd, ne tenê dîrokê dinivîse, felsefeya dîrokê jî dinivîse”. Ev gotin û helwesta medya alternatîf, li hemberî cîhana xemsar, ala aştî û  demokrasî  dibalivîne. Ji ber ku yekemîn car e, gelê Kurd hewqasî nêzîkî “rizgariya potansiyal” bûye. Di vê qonaxa ku bi destê çeteyên DAIŞê, potensiyala kujerî-dojehî derketiye holê û alternatîfên insanî têne kuştin de pêwiste Kurd tedbîrên xwe bistînin. 

Hêzên global, bi destê çeteyên DAIŞê şerê sêyemîn yê cîhanê terorîze kirin. Cîhana Îslamî jî kirin bêndera kuştiyên jin, mêr û zarokan, kirin nexşeya kirêtiyan. Êdî kirêtî, şermezarî û bê exlaqî ji erd û ezman dibare. 

Sed sal in ku “demokrasiya gêjelokî”, ya bi nakokî û pirsgirêk Rojhilata Navîn kire nava cendereyeke kujerî. Kuştin, koçberî, xizanî ji herêmê xelas nebû. Îro jî, di dewsa demokrasiyên gêjelokî de, rejîmên çeteyan pêşdikevin. Heta îro “dewletên kontra” hebûn, êdî çeteyên paramilîter û kujer derketine pêş. Ev çete teva “mirîdên  11ê Êlûnê” ne.  Bi îdeolojiya “îslama esnafî” haraket dikin û  pîvanên wan jî “îro çend cih dagirkirin e, çen mirov kuştine, dest avêtine çend jinan” e.

Çete, êdî translational in û hevkarê, destûbirakên hêzên bazirgan in.  Welatê çeteyan nîne, pezê col in û  cîhaneke lewitî, li gorî  hişmendiye muxlaciyan “cîhana waweylê”  ava dikin.  Erdê bi xwînê av didin, lewma di demeke nêzîk de, wê ji ezman barana sor bibare. Yanî xwîn!.. Ji ber ku hilma ji erd û avê diçê valahiya ezman, dibê ewr û piştre wek baran, teyrok û berf dibare. 

Di demûdewranên berê de berfa sor bariya bû; ne dûr e, wê barana sor, berf û teyroka  sor bibare. 

Gelê Kurd, berî çil salî bi agirê Zindana Amedê bû pola; bi pengava 15ê Tebaxê hate avdan û duyemîn car semax bû. Wek şûr û gurzê Rustemê Zalê,  li serê Çiyayên Kurdistanê, agirê Kawayê Hesinker pêxist.  Îro jî li Rojava wek “ocaxa Promethaus” ya pîroz  taqên zafernamê avakirine.  Êdî agirê ku pola derxiste holê, wek hêvî û asoyên azadî û jiyana bi rûmet, dilê galan germ d ike. 

 Hate xwestin ku di kesayeta Rojava de, hêviyên gelan werin şikandin. Berhemên Peymana Sykes-Pîcos Tirkiyê, Erebistana Siudî, Qatar û Xwedawendên vê peymanê, ligel hev û bi çeteyên paramilîter re agirê azadiyê bitefînin, “potansiyala rizgariyê” têk bibin û “taqê zafernamê”  bişikînin. Lê “demjiyana korporatîf” dest pê kiribû û herka dîrokî, weke daxuyaniya KNKê, bi felsefeyek dîrokî  berdewam dikir. 

Di şerê yekemîn yê cîhanê  de Ewropî şer dikirin û ji emperetoriyan netew dewlet hatin sazkirin. Ev kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê, kontrola  bazar û keda  cîhanê bû. 

Di şerê duyemîn yê cîhanê de Ewropî, dise di şer de bûn. Wek şerê “domînant, parvekirinek îdeolojîk pêk anîn. 

Di şerê sêyemîn yê cîhanêd e Ewropa, bi tolhildana 11ê Êlûnê haraket dike.  Bi vê hişmendiya tolhildanî, herêm teva terorîze kir. Bi vî rengî xwezahiya pêvajoya dîrokî jî parçe kir. Bi kiryarên kirêt, hetikberî,  dixwaze ku rejîmek çetewarî  pêşbixe. Şerê sêyemîn, weke şerê yekemîn yê cîhanê,   di xaka Kurdistanê de  dijwar bûye.  Lê Kurd ne Kurdên berê ne û gotina “hawar dûr e, Kurd xayino” na strênin.  Ji çar parçeyên Kurdistanê hawar diçe. Jinên Kurd, wek Viyan dexîl tenê dilojarê nabêjin û hawara xwe nagihînin dijmin. Çekdar in û bi canfedayî li Şingalê, Rebia, Kobanê, Maxmurê di şer de ne.  

Çeteyên translational gihane qeraxên Maxmur û Hewlêrê jî . Êdî ne tenê parçeyek ji Kurdistanê, Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê teva dibin tirsê de ne. Tevahiya destketiyên Kurdistanê dibin tirsê de ne.  Dagirkirina Şingalê bû agirekî dojehî û li tevahiya Kurdistanê belav dibe. Bi gotina Muarad Karayilan û Mustafa Karasu, giringiya “Hêzên Hevpar”, êdî hawara gelê Kurd e. Ev bang û hêviya Ehmedê Xanî ye. 

Bang û hêviyên Ehmedê Xanî, di asoyên Kurdistanê de bûbûn ala rizgariyê. Lê dagirkirina Şingalê  qonaxek nû da destpêkirin. Pêwiste di vê qonaxê de, her partî û hêza Kurd bi berpirsiyarî û binbariya banga Ehmedê Xanî  ya dîrokî tevbigere û nebê xencera her du aliyên wê tuj. 

Em, banga dawî ya KNKe dubare dikin. Pejna tehlokê êdî li devê deriyê tevahiya Kurdan e. Lewra em car din  banga Ehmedê Xanî  li tevahiya gelê Kurd, partî û hêzên Kurd  dubare dikin; ku, yekîtiya netweyî û Hêza Hevpar ya parastina neteweyî saz bikin.