Di van rojên ku ji bo rakirina ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê bang tê kirin, rêveberiya Başûrê Kurdistanê ev jinedîtî ve hat û amadekariyê dike ku deriyê sînor bi temamî bigire. Tevî hevdîtin û bangên tên kirin rêveberiya Başûrê Kurdistanê soza ku ji bo vekirina deriyê sînor yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bi cîh neanî û rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê biryareke berovajî vê da. Hat zanîn ku li herêma Koçera, hêzên pêşmerge pêr bi têlên rêsayî herêma di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bi temamî girtin. Li gorî biryara rêveberiya herêmê, têlên rêsayî ji gundê Tawûsê û heta ava Dîcle wê werin bicihkirin.


Li sînor têl tên danîn

Yek ji pêşmergeyên ku li herêma sînor e ji Ajansa Nûçeya a Firatê re axivî û da zanîn ku wan li gorî ferman û plana rêveberên herêma Başûrê Kurdistanê dest bi xebatên danîna têlan kirine. Bi vî awayî, ji sala 1968'an ve cara yekemîn e ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de têlên rêsayî tên bicihkirin. Li ser pirsa, çima herêm bi têlên rêzayî tê girtin, heman pêşmergeyî weha got: "Rayedarên herêmê ji me re gotin ku bi danîna têlên rêsayî ew ê çûnûhatin û derbaskirina Başûrê Kurdistanê asteng bikin."

Soz bi cîh neanîn

Girtina deriyê sînor ji aliyê hukûmeta Başûrê Kurdistanê ve, li Rojavayê Kurdistanê rê li ber gelek pirsgirêkên jiyanî û aborî vekir. Tevî hemû hewldanan jî, deriyê sînor nehat vekirin.
Herî dawî ji ber zêdebûna nerazîbûnên gelê Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya hukûmeta herêma Başûr, neçar ma ku bi Desteya Bilind a Kurd re hevdîtinekê pêk bîne. Di encama vê hevdîtinê de soz hatibû dayîn ku di nava demeke kurt de deriyê herêma di navbera Başûrê û Rojava de were vekirin.

ANF/DÊRIKA HEMKO