Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya bi awayê nivîskî weşand de nerazîbûnek tund nîşanî cezayê hucreyê yê ku li Ocalan hatibû birînda û got; “Sîstema Îşkenceyê ya Îmraliyê sebrê nahêle.”
KCK’ê di daxuyaniyê de got; “Dewleta AKP’ê ya AKP’ê di pirsgirêka Kurd de li şuna çareseriyeke demokratîk-aşitiyane, serî li riyên komkujî, qirkirin û şantajan dide, êrişên xwe yên li ser gerlê Kurd, Rêbertiya wê û gerîlayên wê daye destpêkirin, zêde dike.”
KCK’ê bal kişand ser daxuyaniya ku pêr ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve hate dayîn ku têde tê gotin ku cezayê hucreyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn û got; “Gava mirov li ser wê yekê dihizire ku tecrîda bi rêyên nehiqûqî hatiye girankirin, dixwazin kirasek lê bikin û bikin zagonî, ev Sîstema Îşkenceyê ya Îmraliyê sînorên sebrê derbas dike.”
KCK’ê bal kişand ser cezayê ku beriya du salan li 5 giriyên dinên Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn birîn û di meha mijdarê de hatin pêkanîn û got; “Hikûmeta AKP’ê di şerê li hemberî Kurdan dimeşîne de serî li hemû rê û rêbazê dide û careke din aşkere bû ku tu pîvanên exlaqî û tu qûralan nas nake û bi awayeke keyfî tevdigere. Dewleta Tirk bi armanca teslîmgirtinê serî li rêbazên kirêt dide, li hemberî vîna xurt a Rêber Apo û sekna wî ya mezin a mirovahiyê mehkûmê binketinê ye.”
KCK’ê destnîşan kir kir ku îşkenceya li Îmraliyê û komkujiya Roboskiyê pêkanîn hev du temam dikin ên “mêtîngeriyê ne.”

'Terora dewleta faşîst e'

KCK’ê got; “Dewleta Tirk di êrişê Rêberê Gelê Kurd, siyasetmedar, hilbijartî, nuner, sendîkavan, saziyên sivîl ên civakî, ciwanên Kurd, jinên Kurd, parêzerên Kurd, rojnamevanên Kurd û gundiyên Kurd dike û di şerê xwe yê bi armanca teslîmgirtin û çewisandina civaka Kurd de tu zagonên neteweyî û navneteweyî nas nake, bi temamî li ser esasê zagonên mêtîngeriyê tevdigere. Tişta ku pêk tîne ne hiqûq, ne jî dad e, terora dewleta faşîst e.”
KCK’ê got; “Rêber Apo ne kesek wisa ye ku Tirkiyeyê ew bi derfetên xwe dîl girtiye. Bi hevkariya hêzên navneteweyî di encama komployekê de hatiye refandin û radestê Tirkiyeyê hatiye kirin. Ji ber wê jî dîlgirtina Rêber Apo zagonên neteweyî yên Tirkiyeyê derbas dike û dikeve di nava zagonên navneteweyî de. Li hemberî vê jî, zêdetirê 5 mehan e di tecrîdê de tê ragirtin, ev yek jî çarçoveya şerê psîkokojîk de tê pêkanîn, ev hemû jî ne bes bû, cezayê hucreyê di nava hucreyê de danê. Her çendî hiqûqa xwe ya neteweyî û navnetewî bin pê dike, lê heta niha tu rêxistinên navneteweyî tu nerazîbûn nîşanî vê yekê nedane. Bi taybet rêxistinên navneteweyî yên weke DMME û CPT, li hemberî vê bipêkirina hiqûqa navneteweyî ya li ber çavê her kesê, bê deng dibînin, ev yek careke din nîşan dide ku ew jî hevkarê vî sucî ne. Ji ber wê jî ew sazî bi qasî dewleta AKP’ê ya ku tecrîdê li ser Rêber Apo dimeşînin, berpirsyar in. Bi aşkereyî hiqûqa navneteweyî û gerdûnî tê binpêkirin.”

'Divê çalakî bêne xurtkirin'

KCK’ê destnîşan kir ku ev êriş hemû gelê Kurdistanê dike hedef û got; “Divê hemû gelê Kurdistanê li hemberî vê polîtîkaya AKP’ê ya ku hiqûq nenas, bêexlaq, qirêj a qirkirinê çalakiyên civakî xurt bikin. Meş û kampanyayê ji aliyê sazî û rêxistinên cûda ve li hemberî tecrîd û îşkenceya li ser Rêber Apo hatine destpêkirin, pir hêja û watedar in. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku tevlî van kampanyayan bibin, ji îşkence, komkujî û qikirinê re bêjin êdî bes e, bi armanca azadiya Rêberê Apo xwedî li doza azadiî û mirovahiyê derbikevin, çalakiyên girseyî yên ku hatine destpêkirin, xurt bikin.”

ANF/BEHDÎNAN