BERHEM LETÎF / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb got, êrişên Erodogan yên li dijî Rojhilatê Firatê, ne tenê li ser partiyekê yan jî Kurdan in. Li ser statuya gelê Kurd û sîstema demokratîk a herêmê ye. Wî wekî din got, ew di van qonaxên siyasî de nirxê demokratîkbûnê diparêzin. Nûnerê PYD’ê ê Başûrê Kurdistanê diyar kir ku li pêşiya gelê Kurd berxwedaneke mezin heye.

Silêman Ereb ji bo biryara vekişîna hêzên Emerîkî bi koordîneya bi Tirkiyeyê re got, "Qonaxa niha qonaxeke girîng û dîrokî ye. Şerê DAIŞ´ê ber bi dawiyê ve diçe, piştî wê siyaseteke herêmî û navneteweyî tê birêvebirin. Biryara Emerîkayê ya vekişîna ji Sûriyê, bi êrişên Erdogan re hemwext bû. Bê guman ev biryar xizmeta berdewamiya şer û aloziya li Suriyê dike. Herwiha dibe sedemê têkdana sîstema demokratîk jî."

Tirkiye DAIŞ e

Silêman Ereb Tirkiye weke rûyekî din ê DAIŞ’ê bi nav kir û wiha peyivî: "Aqilê Erdogan û çeteyên DAIŞ yeke. Heger Erdogan êrişê Rojhilatê Firatê bike, wê careke din metirsî li ser hemû cihanê çêbe. Pêwîst e herkes, bi taybetî Surî û Rusya bi vê yekê baş zanibin. Ketina Tirkiyeyê ya van herêman wê aloziyeke mezin çêke. Êrişên Erdogan jî wê ne tenê li ser partiyekê yan jî Kurdan bin, êriş wê li dijî statûya gelê Kurd û sîstema demokratîk ya li herêmê be."

Em ji qonaxa siyasî re amade ne

Silêman Ereb îşaret bi girîngiya cihgirtina di nava komîteya nivîsandina destûra Sûriyê de kir û got, "Qonaxa siyasî ya piştî DAIŞ’ê li Cenevre, Astana û Soçî yê têk çû. Êdî pêwîstî bi qonaxeke din a siyasî heye. Pêwîste QSD beşdarî komîteya nivîsîna destûra nû ya Suriyê bibe. Herwiha divê di heman demê de tevlî danûstandinên Cenevre jî bibe.

Ji bo vê jî zexteke mezin li me dikin, da ku em radestî rejîma Suriyeyê bibin. Rast e, divê rejîma Suriye parastinê bike û hêzên xwe li ser sînor bi cih bike. Lê dixwazin vê yekê li gorî daxwazên xwe bikin. Lê me ji destpêkê heta niha jî gotiye, em amade ne ji bo qonaxeke siyasî."

Ji bo encamên hevdîtinên bi Sûriyê re yên heta niha jî Silêman Ereb wiha peyivî: "Di demên dawî de şandeke MSD’ê ji bo hinek danûstandinan çû Rusya. Heta niha ti encama ji danûstandinên Moskovê nehatiye bidestxistin. Lê guftugoyên li ser Suriyeke merkezî hene. Yanî dixwazin Sûriye ji aliyê merkezekê ve were rêvebirin. Herwiha di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Firatê û Hikûmeta Suriyê de jî guftugo hene.

Di xaka Sûriyê de 2 hêzên sereke hene. Ev jî hêza Hikûmeta Sûriyê û hêza Rêveberiya Xweser e. Pêwîst e li Sûriyeke demokratîk doza Kurd bê çareser kirin. Pêwîst e li ser vê yekê lihevkirin di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Hikumeta Suriyeyê de bê kirin."

Kurd yek bin li dijî dagirkeriyê

Ji bo helwêsta ku ew ji Başûrê Kurdistanê hêvî dike jî, Silêman Ereb wiha peyivî: "Helwêsteke Herêma Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk wê gelekî girîng be. Divê Parlamena Herêma Kurdistanê êrişên dewleta Tirk qebûl neke û xwedî helwêst be. Pêwîst e, hêzên siyasî yên Başûr helwêsta xwe nîşan bidin. Beriya niha çend rojan YNK bi daxuyaniyekê li hemberî êrişên dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê anî ziman. Em vê helwêstê baş dibînîn. Bila ne tenê bi daxuyaniyan helwêsta xwe bînin ziman. Pêwîst e di aliyê pratîkî de piştgiriya Şoreşa Rojava bikin. Sînorên Rojava û Başûrê Kurdistanê werin vekirin û gel li ser piyan be. Herwiha hêzên siyasî di aliyê diplomasî de jî kar bikin daku zextê li raya giştî û civaka navneteweyî bikin."