Lê belê neteweperest û nijadperestên Tirk di demeke kurt de di ser Facebook û Twitterê êrîş li dijî DM´ê dan destpêkirin û heta banga boykotkirina wê jî kirin. Li aliyê di çalakiya alîkariyê ya DM´ê di nava gelek kesan de jî rastî hembêzkirina ji dil hat, nexasim jî Kurd bi rêya Facebook û Twitterê destekê didin DM´ê. 

DM´ê derbarê banga boykotê û nerazînûnên neteweperestên Tirk de daxuyaniyek da, û got, dikanên me yên deveran bi xwe li hevparên çalakiyên alîkariya insanî û civakî digerin, Civata Kurd a Rhein-Sieg/Bonnê jî di warê alîkariya insanî ji bo penaberan de gelekî çalak e û kursên dersên Elmanî jî dide koçberan. Bi vê daxuyaniyê DM´ê eşkere kir ku ew ê çalakiya alîkariyê betal neke. 


 KOLN