Rayedarên hikûmeta Tirk li dijî rejîma Sûriyeyê dest bi fortên berê kir ên berî çend mehan dîsa kir bi taybetî piştî civîna Tunusê û soza berdewamiya wê li Tirkiyeyê ev gef zêde û aşkare bûn.
Ji daxuyaniyên dawî ên hikûmeta Tirk wiha xuya dike ku rola sereke ya operasyoneke muhtemel li dijî Sûriyeyê dê ya Tirkan be û xuyaye ku wan û Amerîkayê li ser gelek mijarên di vî warî de lihev kirine. Di serî de mijara statuya Kurdan ji bo hikûmeta Tirk xeteke sore û ya din jî hikûmeta ku bê divê di destê hevalbendê wan ên qaşo İslamî de be.
Ji aliyekî din ve Amerîakyê dixwaze ku Kurdan bi rengekî çalak tevli vê pêvajoya guhertinê bike û hin sozên devikî ji bo piştgiriya pirsa Kurd dike.
Tevî ku hemû aliyên muxalefetê û raya giştî ya navnetewî ji bo mudaxeleyeke leşkerî heta niha bi sarbûn nêz dibin lê her ku rewşa Sûriyeyê aloztir dibe dîsa sinyalên pêşîvekirina li mudaxeleyeke leşkerî veşartî be jî tê rojevê. 


Daxuyaniya Davutoglu
Wezîrê Dervê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu piştî civîna 'Koma Dostên Sûriyeyê' ya li Tûnisê got, "Êdî berpirsiyarî ji me derket. Mudaxeleya navneteweyî li ser masê ye."
Davutoglu, piştî beşdarbûna civîna "Koma Dostên Sûriyeyê" ya li Tûnisê vegeriya Tirkiyeyê û da xuyakirin ku, di dema mudaxeleya Iraqê de ew di masê de nebûn, lê yê Sûriyeyê de ew jî maseyê de ne û da xuyakirin ku êdî Tirkiye di kêşeyên derdorê de di maseyê de cihê xwe digre.  Davutoglu wiha berdewam kir: "Ji bo vekirina korîdora mirovî em ê xebatên dîplomatîk bimeşînin, lê civaka navneteweyî hê zêdetir bêdeng namîne. Em naxwazin wek Lîbya şerekî navxweyî derkeve, lê demeke pir xeter li pêş me heye."
Davutoglu got, di mijara Sûriyeyê de rolekî serekî dilîzin û da xuyakirin ku li gel hemû hewldanan nekarîne fikrên Rûsya û Îranê biguherînin û got: "Lê di rewşeke wiha de ger ew çavên xwe ji mijarê bigrin jî em ê bêdeng nemînin."

Daxwaza Clînton
Wezîra Derve ya Amerîkayê Hilary Clinton civînekî hevbeş ligel Serokê Civata Nîştîmanî ya Sûriyê Burhan Xelyûn û Serokê Civata Nîştîmanî ya Kurd Ebdulhekim Beşar saz kir. Di vê civînê de li gorî daxuyaniyên Beşar Clinton ji Xelyûm xwestiye ku çaresriya pirsa Kurd di zagona bingehîn a nû de bê misogerkirin. Lê ya rast ew e ku di dîroka Kurdan de herdem bi dilxweşkirin û sozan hatine xapandin. Ji aliyekî din di di warê pratîkê de di encamnameya konferansa Tunusê de gotinên Xelyûm yên derbarê çareseriya pirsa Kurd de nehatine bicihkirin. Lewre ew gotin û soz tev dimînin cihê gumanê ji ber ew gotin bi peymanekê an jî sozekî li ser kaxizan nehatiye misogerkirin. Ya ji tevî talûketir jî di dema dawî de qedera gelê Sûriyeyê ji bo hikûmeta Tirk tê hiştin lewre jî dê ev hikûmet tiştekî kêrhatî ji bo Kurdan neke.
Bi gotineke din mirov diakre bêje çareseriya pirsa Kurd ne bi wênekişandina bi Clinton û Xelyûm re tê çareserkirin lêb i misogerkirina wêb i peymanekê li ser kaxizan û bi beşdariya aliyên cuda pêk tê.. lewre bila kesek ne xwe bixapîne ne jî gelê Kurd.

ŞAM