Dîroka Kurdan dîrokeke pir kevnar e. Ew di nava zilm, zorê de, bûyerên dijwar de derbas bûye û gîhiştiye rojên me yên îro. Ez dixwazim behsa wan bûyera yekê bikim ku sala 1937’an pêk hatibû. 

Ewa 78 sala ku Kurd ji Qafqasyayê hatine nefîkirin û ew şandin Qazakîstanê. Sala 1937’a “bavê gel” Î.V. Stalîn Kurd nefîkirin. Nenêrin ku 78 sal ji nefîkirinê derbas bûye, hê jî çave geleka li riya dê û bavê xwe, bira û xûşkê xwe ye ku wan bibînin.  Bi sedan Kurd, Azerî, Ermenî, di riyan de, di sir û sermê de, ji birçîbûnan mirin. Sala 1937’an ji Qafqasyayê  bi emrê Stalîn sirgûnî Qazakîstanê û Asyaya Navîn kirin, wek ‘’gelê bêîtîbar’’. Wî wextî ji navçêya Şerûrê, Naxçivan a Azerbaycanê nezîkî cemê Erez 12 gundê Kurdan: Qîqaç, Qerka, Misirka, Axayar, Qerebûrin, Yanix, Golevan, Metîqa-Şawalîka û yên din sirgûn kirin. Payîz bû Kurd hê jî çiyan nû hatibûne aranê, amadekariyên zivistanê dikirin. 


Rêwitiya bi trênê dest pê dike

12’ê Mijdarê sibe zû bû, wesaîtên bargir eskerên Sovyetê jê peya bûn û dora gund girtin. Bore-bora çêleka, ewtîniya seyan, qurte-qurta mirîşkan, girînya zara, bi gilîkîva bû qerebalix. Eskeran mêr li qada gund kom kirin û ew birin gundê Arezdeyanê û li wir wana ra civîn kirin û gotin:  “Em ji we re 3-4 roj wext didin, dewleta Tirkiyayê dixweza êrişî dewleta Sovyetê bike, li sînor wê şer bibe, ji bo wê jî em we ji sînor dûr dixin.” 

Kurdê belengaz bi nîvqîmet pêzê xwe firotin Azeriyan. Îzin dane wan ku hesp û dewarê xwe bi xwera bibin. Piştî 2-3 rojan wesayitên bar hatin, 3-4 mal bar kirin, berê wan dane stasyona Arazdayanê. Mal barkirin vagonê bargir, vagona de tiwalet tunebûn, di kunçê vagonê de, vagon qul kiribûn, perdek têde darda kiribûn, çawa tivalet! Qîz, bûkan ji kal û pîra, xesû û xezûra şerm dikirin herine tivaletê, ber wê jî wan nan, av nedixwarin. Wexta stasyonê trên disekinî ew peya dibûn, diçûne tiwalêtê. Wexta stasîyonê elam dikir ku tirênê here Kurda zimanê Rûsî nizanîbûn, hinek ketine bin tekerê tirênê seqet bûn. 


‘Em mirovên çiya ne!’

Nezî meheke ew rê hatin, trêna wan gihişte bajarê Almatayê, ji wir bi wesayitên bargir,  di sir û sermê de ew birine navçeya Balxaşê gundê Baxti-Baxtîye. Serokê gund ew parevekirine ser malê Qazaxan, her yekê re otaxek dan, ew hetanî baharê ser wan man. Qazaxan ew bi nan, av û cil kirin. Baharê dewletê ji wana rê xanî çekirin, ew ketine xaniya, xwe re erd reşandin. Bû havîn dest germe û mixmixka (mêşa) wan taw nedikir. Hineka ber wê dijwariye xwe şewitandin. Şevekê rûspiyê gund beravî mala sedre kolxozê Keremê Lele bûn û giliyê xwe kirine yek, şev seat yekê barkin. Wan bi şevê boholên xwe yi ker, hespan kirin û berê xwe dane çemê Îliyê. Kêleka çemê Îliyve meşiyan. Bi sibe ra, Qazax deriyê malên Kurda vedikin, lê dinêrin ku mal vala ne, pez, dewar, hesp û kuçikê wan tunenin. Cimeata gund cawê didine navçêye, esker bi hespa ve dikevin pey şopa wan, lê dinêrin ku 15 km li kêleka çemê Îliye ew westiyayî dibin. Wî çaxî esker dora wan digirin û dixwezin wan vegerînine cihê wan. Cem wan kalek hebû navê wî Biro bû ew jina re dibêje xwe bavêjine çem. Ew xwe davêjine çêm û dikine qîje-qîj. Esker têne cem mêra û dipirsin, kî zimanê Rûsî zane. Biro tê cem wan divêbe ez zimanê Rûsî zanim. Esker divêjine Biro, ev jinan çi dixwazin, ew dibêje eger hûn pêşiya me bernedin, emê xwe çem de bixeniqînin, em meriyê çiyan e, em nikarin li çol û qumistanê de bijîn! Wî çaxî îzîn ji navçê tê pêşiya wan vedikin. Di nava du roja de ew têne Almatê. Hinekan ji wan dişînin navçeya Îliyê, yên din ji dişînin  navçeya Enbekşiyê. Yê navçêya Îliye têne Kayçûk Sovxozê. Ewana nêzîkî çemê Almatînka biçûn 25 kulîkê binerd çêdikin. Alîkî kulkêda sewalan xwedî dikin, yê din de jî ew dimînin. Kurdên nefîkiri hetanî sala 1948’a wan kulika de dimînin, dû wê re Sovxoz erdê dide wan ew ji xwe re xaniya çê dikin. 

Wê demê îzina nefîkirîya tunebû 2 km dûrî gund herin,  lazim bû ku ji komêndat (qomtan) îzin bixwestana. Îzîna wan tunebûn ku herin xwendina bilind dest bînin.Pey mirina Î. V. Sitalîn sala 1956’an de izin dane nefîkiriyan ku ji ku hatine dikarin herin cihê xwe. Wê demê hinek ji wan vegeriyan Ermenîstanê û Azerbaycanê, hinek jî li herema Almatayê man. Piştî  hilweşîna dewleta Sovyetê sala 1990-1991’ê Kurd ji Ermenîstanê ji bo na şere Qereba xa Çiya hatine Qazakîstanê. Naha ewana li Qazaxistana jiyana xwe didomînin.       


Birine pêş eniya şer de

Bi dewr û zemana Kurd ketine mirin, kuştinê û nefîkirinê. Dijmin û neyarê Kurdan her tim xebitîne da ku Kurdan ji çi warê wan bibin, wan bihelînin û asîmîle bikin. Merî dikare behsa wan bûyera yekê bike ew jî nefîkirina Kurda ya sala 1941’ye. 

Sala 1941’ê şerê cîhanê dest pê kir. Wî wextî bi emrê Î.V. Stalîn gelê kêmnetew nedibirine şer, Gurcistanê Kurdê Axiske pasaportê wan guherîn, wan de Azerî nivisîn û birine pêş eniya şer. Li gundan de ciwan, kal-pîr, jin û zarok man. Sala 1944 meha mijdarê ji navçêya Aspîndizînsike ji gundê Axçiyê, Coldê, Timogviyê, Zêdevarziyê, Mîrîşxanê, Danêtê, Anakêtê û yên mayîn nefîkirine Qazakîstanê. Kurdên van gunda di nava 3-4 rojê de malê wan barkirine irênên bargir de berê wan dane best û beyarêd Sovyetistanê. Kurdan nizanbûn ku wan dibine kû. Trênê de di rê de kal û pir, jin û zar ji sermê, seqemê, birçîbûnê mirin. 20 roja tirên di rê de hat û gîhişte herêma Almatayê. Ewana birine navçêya Çîlîkê. Qazaxan di sermê û seqemê de alîkarî dane Kurdan ew nan, av, mal û kinç kirin. 

Bi ordên û madalyava vedigerin

Malxîyê wan mala birine şer   em dikarin navê çend kesa bikşînin Ziyo Aliyev, Aydin Aliyev, Ezalxan Mistevayev, Adil Hesenov, Sarî Aslanov, Meclîs Hesenov û yên mayîn. Ji wan gundan 25 kes çûbûne şer ji wan heft kesan bi ordên û madalyava vegeriyan. Ji wana wek mînak ez dikarim bidime kivşê Aydin Aliyev ku şer vedigere, tê Gurcistanê gundê xwe li dinere pêş mala wî mirovne biyanî hene. ij wan dipirse “ Hûn kî ne?” ew dibêjin, “ Ev mala me ye” , dewletê daye me. Aydin diçe cem muxtarê gund û jê re dibêje, “ Ka malbata min?” Muxtar dibêje: ”Malbata te nefîkirine Asyaya Nvîn!” 

Aydin bi çetinayî tê Ozbekistanê bajarê Taşkentê li wir dipirse ku malbata wî kû da nefî kirine. Ew hîn dibe ku malbata wî nefîkirine Qazakîstanê. Ew tê bajarê Almatayê bazara Almatayeye li wir jineke Azerî dibêjê ku, malbata wî li gundê Zariya-Vostokê ye, ew tê li wir malbate xwe dibîne.    


Çand û huner a ‘’Berbang’’

Sala 1986’an serokkomarê dewleta Sovyet êye Sosîalît ê dawî M.S. Gorbaçov di nava dewletan de dabeşkirin da meşandinê. Di heman demê de partiya miletperest serê xwe bilind kirin. Di nava komarên Sovyetê de şer û pevçûnan dest pê kirin. Mirov hatin qirkirin û ji cih û warên xwe bûn. Wî çaxî bi emrê Dewleta Sovyetê ji bo na her netewê û kemnetewekê navendên çand û hunerê hatin sazkirin. Li Qazakîstanê cara yekemîn sala 1989’an li bajarê Almatayê Navenda Çanda Kurd hat sazkirin. Dû wê re sala 1993’an li Qazakîstanê Navenda Çanda Kurdên Qazakîstanê ‘’Yekbûn’’ hat sazkirin. Tevlî wê navendê herêma Almatayê, Çîmkendê, Cambûlê û Taldiqorxanê (yi wir gelek Kurd dijîn) bûn. Sala 1999’an navê navendê hate guherandinê û mîna ‘’Berbang’’ ve hate binavkirin. 

 

Azerî, Îranî û Tirk hatine nivîsandin

Ji sala 1989’an hetanî sala 1998’an serokê navenda çand û hunera bajarê Almatayê Huseynê Hemîd Sadikov bû. Ji sala 1991 hetanî sala 1996’an serokê Yekîtiya Kurdên Qazakîstanê ‘’Yekbûn’’ Ezîzê Ziyo Bedirxan xebitiye. Ji sala 1996’a hetanî sala 1997’a Kînyazê Îbrahîm xebitiye. Ji sala 1998’an hetanî 2006’an akadêmîsyen Nadir Nadirov, ji sala 2006’an hetanî niha akadêmîsyen Kînyazê Îbrahîm kar dike. 

Bi agahiyên resmî li Qazakîstanêda 45 heza Kurd dijîn. Bi texmîna Yekîtîya Kurdên Qazakîstanêye ‘’Berbang’’ 100 hezarî zêdetir Kurd dijîn. Di pasaportên wan de Azerî, Îranî û Tirk hatine nivîsandin. Ewana hîn jî li herêma Almatayê, Canbûlê, Axmolê, Çîmkendê dimînin. 

Weşanên ‘Jîyana Kurd’ û ‘Nûbar’

Yekîtiya Kurdên Qazakîstanê ya çand û huner a ‘’Berbang’’ kar û xebatê çandî, hûnerî û civakî ve mijûl dibe. Ji sala 1991’ê hetanî niha li bajarê Almatayê rojnema ‘’Jîyana Kurd’’ (berê navê wê Kurdistan bû) weşanê dike. Rêdaktorê rojnemê Hesenê Hecîsilêman e. Ji sala 1992’a hetanî niha kovara ‘’Nûbar’’ weşanê dike. Rêdaktorê wê akadêmîk Kînyazê Îbrahîme. Yekîtiya Kurdên Qazakîstanêye ‘’Berbang’’ çand û hunerê usa jî berhemên niviskar û helbestvanan çap dike. Niha li Qazakîstanê 12 komê folklorê û reqasê hene. Pêş Assamblêya Gelê Qazakîstanê ji sala 2001’ê hetanî niha komên dersên zimanê Kurdî hatine teşkilkirin. Di wan komê de dersê zimanê Kurdî Hesenê Hecîsilêman dide. 

Cara yekemîn dewlet fînanse kir

Di Qazakîstanê de cara yekemîn Yekîtîya Kurdê Qazakîstanê ‘’Berbang’’ e çand û huner hesabe (fînasê) dewletê ve sala 1996’a elfeba û giramêra zimanê Kurdî da weşanê. Torîvanê kitêbê Kînyazê Îbrahîm e. Mûzêya dewletê ya mezin de sala 1995’a para çanda Kurda hatiye vekirinê. Kurdên Qazakîstanê di nava pêdaçûyîna komarê de ji aliyê çand, huner, ilmî, perwerdê de û aborî de keda xwe tevlî kirine. Kurdên Qazakîstanê her tim welatê xwe Kurdistanê û gel xwe re ye. Eş û jana Kurd û Kurdistanê êş û jana wan e!  

 

HESENÊ HECÎSILÊMAN / Kurdê Qazakîstanê