
Kurdên Anatoliya Navîn nêzî 300 sal berê ji ser axa xwe bi zanebûn di çarçoveya polîyan de ji ser axa wan koçberî Konya, Enqere, Kirşehîr û Çankiriyê hatin kirin. Polîtîkayên asîmîasyona sîstematîk encamên ku rejîmê dipa neda. Kurdên ji cihên xwe hatin kirin ligel hemû texrîbatan çand û zimanên xwe diparêzin. Di serî de li navçeya Kulu, Cîhanbeylî û Yunak ya girêdayê Konyayê û li gundên navçeya ji sedî 90 Kurd dijîn. Ligel vê li navçeya Haymana, Polatli, ŞreflÎkoçhîsar û Balar û gundên wan jî piranî Kurd, li gundên Kirşehîr û navçeya wê Çîçekdag ji sedî 60, li Boztepeyê jî sedî 80 Kurdin. Di navbera sînorên Konya, Enqere û Kirşehîrê de cihên ku Kurd li dijîn nêzî hevin. Ya ku herî dure jî Kurdên Yozgatê ne û ew jî li sînorê ku Çorum, Tokat û Amasya cih digirin. Li vê herêmê Kurd li 41 gundî belav bûne û li navçeyên Çekerek, Zîle, Alaca û Ortakoy cih digirin.
Reşvan, Canbeg û Şêxbizînî
Eşîrê herî mezin yên Ataloliy aNavîn Reşvan, Canbeg û Şêxbizînî ne. ji bilî van eşîrên Koçigrî, Mahasî, Pisiyan û Beskî jî hene. Kurdên Anatoliya Navîn ji bilî eşîra Şêxbiziniyan, hema hemû eşîr zaravayê Kurdî Kirmanckî bikartînin. Endamên eşîra Şêxbiziniyan Şafîne û endamên hemû eşîrên din jî Hanefîne.
Kurdên Anataloliya Navîn ligel hemû polîtîkayên asîmîlasyonê ziman û nasnameya xwe parastine û bi pozîsyonên xwe yên siyasî bal kişandine. Di hilbijartinên 30’ê Adarê de ligel hemû xîle û tehdîdên AKP, MHP û CHP’ê, welatiyan dengên xwe dan BDP’ê û BDP li vê herêmê bû partiya duyem. BDP’ê di van hilbijartinan de li navçeya Kulu 5, ya Cîhanbeylî jî 9 endamên meclisa şaredariyê derxist.
Koçberiya duyem Ewpora
Kurdên ku heta salên 1950’î civeke girtî bû; heta wê demê bi sewalkariyê re mijul dibûn û debara xwe pê dikirin. Pergala axatî û begtiyê heta vê demê domandin.
1950’î de bi derketina Komîsyona Axê re, Kurdên Anatoliya Navîn berê xwe dan çandiniyê û bi taybet di vê demê de makîne ket çandiniyê û civaka girtî ji nûve vebû
Ji vê demê û şûnde kêm be jî bi Tirkan re têkiliya wan hinek zindî bû û dem bi dem kêm be jî zewacên bi tirkan re hatin kirin. Li herêmê karkgeriyên mezin yê çandiniyê hene. Çandinî, sewalkarî, naqliye, bazirganî û bi taybet jî karkeriya li Ewropayê bingeha aboriyê ava dike. Ji serê sala 1960’ê ji Anatoliya Navîn koçberiya berbi Ewropayê ve destpê kir ûheta salên 90’î zêde bû. bi koçberbûna Ewropayê re civak di alî asta aborî û civakî de guherînên mezin jiyan.
Kulu bû Kurd
Kurdên 300 sal berê li navçeya Kulu ya Konyayê bi cih bûn gelek bi bandorin. Nifûsa navçeyê di 2011’an de wek 55 hezar û 573 hatiye hesab kirin. 7 bajar û 28 gundên girêdayê navçeyê di 2012’an de bi qanûna bajarê mezinre ket statuya taxên navçeyê. Ji van 6 bajarok û 20 gund ji Kurdan pêk tên.
Ji ber şerê sê salî di demên dawî de ji Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrtê jî pir kesî koç kir û li Kuluyê bi cih bûn. Ji ber vê jî nîvê nifûsa Kuluyê Kurdin. Yanî ji sedî 90 e. Li çar gundên Kurdan bi zaravê yê Soranî Şêxbizinkî tê axaftin û ev gund mezheba Şafî îcra dikin. endamên eşîra Şêxbiziniyan zaravayê Soranî diaxivin. Tê îdia kirin ku derketina nokteya eşîra Şêxbiziniyan Kerkuke. Lê ji ber polîtîkayên surgun û asîmîlasyonê di zaravyê de guherînên cidî çêbûne. Endamên hemû eşîrên din jî zaravayê Kurdî Kirmanckî diaxivin û her wiha hemû Hanefîne.
Çavkaniya debara wan heta sala 1990’î sewalkarî û çandinîbû. Di rewşa heyî de çandinî, sewalkarî, nakliye, bazirganî û karkeriya Ewropayê bingeha aboriyê ava dike. her wiha di aboriya bazara Kuluyê de jî esnafên Kurd di asteke girîng de bi bandorin.
Texrîbatên li ser ziman
Polîtîkayên asîmîlasyonê, zext û zordariyan bandorek mezin li ser ziman kir. her nifşê nû bi hevokên ku mande ziman û çanda xwe domandine. Gotinên ku wenda bûne jî şûna wan yên tirkî girtine. Navçeya Kulu ji taxên wekê Alparslan, Bahadirli, Camikebir, Cumhuriyet, Degirmenozu, Dinek, Fatih Sultan Mehmet, Karapinar, Karşiyaka, Kemaliye û Yeni Mahalle bi giştî ji 11 taxan pêk tê. Kurd di salên dawî de bi Kurdên ku koçber bûne, Tatar, tirk, çerkez û Lazaran re dijîn.
HACî GUNEŞ/ANF/KONYA